Li Sêwazê bi hezaran ton silkên cotkaran li erdê mane

Hewlêr (Rûdaw) - Li çend gundên navçeya Kangalê ya Sêwaza Bakurê Kurdistanê bi hezaran ton silkên cotkaran li nav zeviyan man û eger heye hemû xirab bibin.

Silkên cotkarên Sêwazê ji kargeha şekir a li Meletiyê re tên şandin lê ji ber ku li embara wê cih nemaye, bi hezaran ton silkên cotkaran Sêwazê li nav zeviyan man.

Herwiha mafê cotkarên Sêwazê nîne ku silkên xwe bifiroşin kargeheke din.

Cotkar dibêjin, eger wiha biçe û berf bikeve dê silkên wan hemû xirab bibin û dê hemû berhema îsal ji dest bidin.

Parlamenterê CHPyê yê Sêwazê Ulaş Karasu ji bo balê bikişîne ser wê mijarê çû serdana cotkarên wê navçeyê û li nav zeviya silkan daxuyaniyek da.

Ulaş Karasu xwest di dema herî nêzîk de ew pirsgirêka cotkaran bê çareserkirin, da ku cotkar zêdetir mexdûr nebin.

"Bi hezaran ton silk li nav zeviyan mane"

Ulaş Karasuyê ku di heman demê de Alîkarê Serokê CHPyê ye got:

"Ne tenê li vê herêmê li çend gundên navçeya Kangalê û navçeyên din, bi hezaran ton silk li nav zeviyan mane. Sedema wê ya sereke kargeha şekir a Meletiyê ye.

Em di meha kanûna pêşînê de ne û hindik maye li vir berf bibare. Bi hezan ton silkên cotkaran li erdê mane.

Ji ber ku barhilgir  3-4 rojan li kargehê tên rawestandin nayên van silkan bar nakin û nabin.

Kargeh dorê nade wan û dibêje, cihê ku lê silkan vala bikin nîne.

Cotkar jî nikarin silkê xwe bifiroşin kargeheke din ji ber girêbesta wan tenê li gel kargeha şekir a Meletiyê heye.

Jixwe cotkaran di nav şert û mercên zehmet de, herwiha bi gubre û mazota biha ev silk çandine, niha careke din mexdûr dibin. Divê di dema herî nêzîk de ev pirsgirêk bê çareserkirin."