Hinardeya Tirkiyê bo Herêma Kurdistan û Iraqê 12 milyar dolar derbas kir

11-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 11 mehên destpêkê yên sala 2022an de bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bi 12 milyar û 604 milyon dolaran hinarde hat kirin.

Serokê Konseya Kar a Tirkiye û Iraqê ya Lijneya Peywendiyên Aboriyê ya Derve (DEÎK) Halit Acar ragihand, hinardeya wan bo Iraq û Herêma Kurdistanê di navbera mehên Çile û Mijdarê de gihişte 12 milyar û 604 milyon dolaran û armanca wan a sala 2023an 16 milyar dolar hinarde ye.

Halit Acar dibêje herî zêde ji parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê û parêzgehên Dîlok û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê hinarde bo Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Ji Stenbolê bi 2 milyar 600 milyon dolar, ji Dîlokê milyarek û 8 milyon dolar û ji Mêrdînê bi 833 milyon dolaran bo Iraq û Herêma Kurdistanê hinarde hatiye kirin.

Acar diyar kir ku niha peywendiyên Tirkiyê bi herêmê re baş in û got: “Di 11 mehên borî yên sala 2022an de me bi 12 milyar û 604 milyon dolaran hinarde kiriye. Ev ji meha Çileyê heta Mijdarê ye. Herwiha di 11 mehên borî de di hinardeya Tirkiyê de Iraq di rêza sêyemîn de ye. Sala borî 2021ê de di navbera mehên Çile û Mijdarê de di rêza pêncemîn de bû, lê îsal di navbera mehên Çile û Mijdarê de derketiye rêza sêyem. Armanca me ya heta dawiya sala 2022an jî 14 milyar dolar hinarde ye. Hinardeya me ya 11 mehên sala borî jî 11.2 milyar dolar bû. Hinardeya me li gor sala par %25 zêde bûye. Armanca me ya sala 2023an jî ji 16 milyar dolaran zêdetir hinarde ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst