Babacan: Banka Navendî dolaran deyn dike û difiroşe

11-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya DEVAyê derbarê firotina diravan ji aliyê Banka Navendî ve û destkariya wê saziyê di bazarê de ragihand “Bi vê destkariya Banka Navendî nirxê dirav nakeve. Banka Navendî bixwe dirav tine ye, diravan deyn dike û difiroşe. Ev yek bi kêr ti tiştekê nayê. Binê hewizê qûl e, ji ber vê yekê jî hûn çiqas avê bixin têde hûn nikarin tije bikin.”

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Ali Babacan îro 11ê Kanûna 2021ê beşdarî kongreya navçeya Torbali ya  bajarê Îzmîrê ya partiya xwe bû. Babacan di axaftia xwe ya di kongreyê de derbarê rewşa aboriya Tirkiyê de rexne li desthilatê girtin. 

Ev demeke Banka Navendî ya Tirkiyê ji ber bilindbûna zêde ya nirxê dolarê Amerîkî û diravên biyanî li beramber lîreyê Tirkî, destkariyê di bazaran de dike û dolar û diravan  difiroşe ku rêgiriyê li bilindbûna nirxê dolar bike.

Babacan li ser vê yekê rexne li Banka Navendî û desthilatê girtin û got: “Bi destkarîkirina Banka Navendî nirxê diravan danakeve. Banka Navendî bixwe dirav tine ye, diravan deyn dike û difiroşe.”

Bababacan wiha axivî: “Ev zêdeyî du heftiyan e rasterast destkariyê di bazarê de dike, çi dike? ji bo ku nirxê diravan daxîne dirav difiroşe. Doh careke din kirin. Digotin em derbasî modeleke nû bûne, digotin modela Çînê û em dizanin em çidikin. Ma ne hûn bûn ku we digot eger nirxê diravan bilind bibe dê hinarde zêde bibe? Baş e eger bilindbûna nirxê diravan tiştek baş e, Çima Banka Navendî bi firotina diravan hewl dide careke din nirxê wan daxîne. Bi vê destkariya Banka Navendî nirxê dirav danakeve. Ev yek bi kêr ti tiştekê nayê. Binê hawuzê qûl e, ji ber vê yekê jî hûn çiqas avê bixin têde hûn nikarin tije bikin. Ew hewl didin vê yekê bikin, lê ev yek nepêakan e û nikarin bikin. Jixwe ew diravê ku Navendî Difiroşe jî diravê bi deyne hevalno. Banka Navendî bixwe dirav nîne.”

Piştî ku nirxê lîreyê Tirkî di van demên dawiyê de bi awayekî tund li beramber diravên biyanî daket û derdora ji sedî 30 nirxê xwe ji dest da, partiyên opozîsyonê li ser rewşa xirab a aboriya Tirkiyê û bihabûna nirxan, berdewam rexneyan li desthilatê digirin û  daxwaza hilbijartina pêşwext dikin. Bi gotina wan êdî desthilat nikare welat birêvebibe û take rêya çareseriyê jî hilbijartina pêşwext e. Lê partiyên desthilatê AKP û MHP pêdagir in li ser wêya hilbijartin demê xwe de di sala 2023an de bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst