Li Tirkiyê di du salan de bihayê elektrîkê ji %47.4 zêde bû

11-11-2021
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Eurostat Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê her diçe elektrîk û gaza xwezayî biha dibe û ev yek dibe sedema nerazîbûna welatiyan. Lewra li wî welatî di sala 2021ê de bihayê gaza xwezayî ji sedî 17,8, bihayê elektrîkê jî ji sedî 21,2 zêde bû. Li gorî Ofîsa Eurostatê, Tirkiye di bihabûna elektrîk û gaza xwezayî de di nav welatên Ewropayê de bûye yekemîn welat. Piştî bertek û nerazîbûna welatî û mixalefetê hikûmeta Tirkiyê biryar da ku du bacên li ser fatûrayên elektrikê rake. Li gorî CHPê, di 3 salên dawî de ji 5 milyonî zêdetir welatî ji ber ku nikaribûn faturaya xwe ya gaza xwezayî bidin abonetiya wan hatiye betalkirin.

Li gorî Ofîsa Amaran a Yekîtiya Ewropayê Eurostatê, li Tirkiyê di navbera salên 2019 û 2021ê de bihayê elektrîkê ji sedî 47,4 û bihayê gaza xwezayî jî ji sedî 42,3 zêde bûye. Ligel vê yekê di heman demê de li gelek welatên Ewropayê bihayê elektrîk û gaza xwezayî kêm bûye.

Mehmet Acarkaran, Welatiyê Malnişîn, dibêje, “Jixwe welatî ji ber pandemiyê di tengasiyê de ne. Di ser de jî îcar bihayê elektrîk, gaza xwezayî, av, kartol, pîvaz her tişt zêde dibe. Yanê derd pir e.”

Ahmet Koç, Xebatkar, dibêje, “Niha ji sedî 50 zem hat ser gaza xwezayî ya li pîşesazîyê. Ev tişt mirovan sewqê qaçaxcîtî û diziyê dike. Divê wiha nebe.”

Nezihe Çelik, Welatiya malnişîn, dibêje, “Berê elektrîk û gaza xwezayî bêhtir biha bû, lê niha erzan e. Ji min re 44 lire faturahat. Ez memnûm im."

Salih Uysal, Welatî, dibêje, “Em ê qet gaza sirûştî venekin. Ger cînarê me yê li qata jêrê vêxe em ê pê xwe germ bikin."

Li Tirkiye di sala 2021ê de ji sedî 17,8 zem hat ser bihayê gaza xwezayî, ji sedî 21,2 jî zem hat ser elektrîkê. Herî dawî jî di 1ê Mijdarê de baca ser gaza xwezayî bo hevbeşên-aboneyên sektora pîşesazî bi rêjeya %48 û bo hevbeşên berhemhênerên elektrîkê bi rêjeya %46 hat zêdekirin.

Li gorî CHPê, di 3 salên dawî de ji 5 milyonî zêdetir welatî ji ber ku nikaribûn faturaya xwe ya gaza xwezayî bidin abonetiya wan hatiye betalkirin.

Ahmet Akin, Cîgirê Serokê CHPê, dibêje, “Li Tirkiyê qeyraneke aboriyê heye. Di 3 salên dawî de jî qeyraneke enerjiyê heye. Desthilata Ak Partiyê di her warê de xelkê dixe tengasiyê. Xelk difikire ka wê vê zivistana xedar çawa derbas bikin. Pereyê di deste xwe de jî didin faturayên elektrik, gaza xwezayî û komirê."

Tirkiye ji sedî 99 gaza xwe ya xwezayî, ji sedî 44,8 çavkaniyên bo berhemhêneriya elektrikê jî ji derve li ser nirxê pereyê biyanî piranî jî li ser dolarê hawirde dike. Li gorî aborînasan li gel ku zemên tên ser elektrîk û gaza xwezayî girêdayî rêjeya enflasyonê be jî, dahatû û mûçeya welatî û bikarhêneran neguheriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst