SRTFê 25 traktor û amûrên çandiniyê dan cotkarên Reqa û Dêrezorê

Hewlêr (Rûdaw) - Fona Baweriyê ya Avakirina Sûriyê (SRTF) li herdû bajarên Dêrezor û Reqayê alîkarî da hejmarek cotkarên Sûriyê.

Fona Baweriyê ya Avakirina Sûriyê ku ji Grûpa Dostên Xelkê Sûriyê û Grûpa Geşekirin û Pêşxistina Aborî pêk tê, di çarçoveya projeya alîkarkirina cotkarên Reqa û Dêerzorê de ligel 25 traktor û amûrên çandiniyê çend alîkariyên din jî hatine pêşkeşkirin.

Fona Baweriyê ya Avakirina Sûriyê, 6.6 milyon Euro butçe ji bo vê projeyê veqetand da ku alîkariya 2 hezar 400 cotkaran bike.

Proje 9 mehan berdewam dike û  li 8 zeviyên candiniyê 6 qonax hatine cîbicîkirin, 5 li Reqa û 3 li Dêrezorê ji bo berhemanîna genim, başkirina rewşa cotkaran û malbatên wan û peydakirina ewlekariya xwarinê li wan navçeyan.

Proje pêşkêşkirina amûrên çandiniyê, tovê genim, gubre, keresteyên xweparastinê, derman û pompeyên reşandina derman jî lixwe digire.

Avakirina 8 yekîneyên rêvebirinê ji bo alîkariya cotkaran tê plankirin.

Herwiha biryar e, rahênan û fêrkirina 24 jinên genc li ser karê rêvebirinê ji bo pêşkşêkirina zanyarî û şêwirmendiya cotkaran, pêk bê.

Di heman demê de  rahênana 82 kesên xwecihî ji bo bikaranîn û çêkirina amûrên çandiniyê pêk tê.