Fona Baweriyê ya Avakirina Sûriyê ku ji Grûpa Dostên Xelkê Sûriyê û Grûpa Geşekirin û Pêşxistina Aborî pêk tê
Hewlêr (Rûdaw) - Fona Baweriyê ya Avakirina Sûriyê (SRTF) li herdû bajarên Dêrezor û Reqayê alîkarî da hejmarek cotkarên Sûriyê.
Fona Baweriyê ya Avakirina Sûriyê ku ji Grûpa Dostên Xelkê Sûriyê û Grûpa Geşekirin û Pêşxistina Aborî pêk tê, di çarçoveya projeya alîkarkirina cotkarên Reqa û Dêerzorê de ligel 25 traktor û amûrên çandiniyê çend alîkariyên din jî hatine pêşkeşkirin.
Fona Baweriyê ya Avakirina Sûriyê, 6.6 milyon Euro butçe ji bo vê projeyê veqetand da ku alîkariya 2 hezar 400 cotkaran bike.
Proje 9 mehan berdewam dike û li 8 zeviyên candiniyê 6 qonax hatine cîbicîkirin, 5 li Reqa û 3 li Dêrezorê ji bo berhemanîna genim, başkirina rewşa cotkaran û malbatên wan û peydakirina ewlekariya xwarinê li wan navçeyan.
Proje pêşkêşkirina amûrên çandiniyê, tovê genim, gubre, keresteyên xweparastinê, derman û pompeyên reşandina derman jî lixwe digire.
Avakirina 8 yekîneyên rêvebirinê ji bo alîkariya cotkaran tê plankirin.
Herwiha biryar e, rahênan û fêrkirina 24 jinên genc li ser karê rêvebirinê ji bo pêşkşêkirina zanyarî û şêwirmendiya cotkaran, pêk bê.
Di heman demê de rahênana 82 kesên xwecihî ji bo bikaranîn û çêkirina amûrên çandiniyê pêk tê.
An SRTF #agriculture intervention received 25 #tractors & #equipment ahead of the #wheat planting season, today. The effort is expected to improve the living conditions of 2,400 local #farmers & their families & enhance #food_security in #Northeast_Syria. https://t.co/87V3qG8sg9 pic.twitter.com/AvArTDhbtu
— Syria Recovery Fund (@SRTFUND) October 11, 2022
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse