Kirêya xaniyan daketiye: 'Berî şerê Serê Kaniyê rewş gelekî baş bû'

Hewlêr (Rûdaw)- Li Rojavayê Kurdistanê ji 2019an dema dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spiyê ve tevgera avakirina xaniyan gelekî kêm bûye.

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê tevgera avahîsaziyê û bazara xaniyan pir sar bûye û bihayê xaniyên komî pir daketiye.

Li gorî zanyariyên Rûdawê tevî daketina bihayê xaniyan û sarbûna bazara kirîn û firotinê, kirêya xaniyan, li gorî dahata xelkê biha ye.

Kirêya xaniyekî normal di navbera 50-100 dolarî de ye ku bêhtirî mûçeya mehane ya karmendên Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser e.

Xwediyê ofîseke emlakê Mizgîn Mejdo ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li ser zêdebûna bihayên xaniyan ji Rûdawê re axivî.

Li gorî zanyariyên Mizgîn Mejdo li bajarê Amûdê bihayê herî giran ê xaniyekî 100 dolar e.

“Kirêya xaniyan ji ber krîza aborî daketiye”

Mizgîn Mejdo eşkere kir ku krîza aborî ya Sûriyeyê bandor li kireyên xaniyan jî kiriye û wiha got:

“Krîza aborî ya Sûriyeyê bandor li ser emlakê jî kiriye. Ti qiymetê pereyê Sûriyeyê nemaye.

Li Amûdê kirêya herî biha ya xaniyan 100 dolar e, kirê li gorî cihan diguhere. Kirê bi 50-60 dolarî jî heye.

Min wê rojê daîreyeke dûrî bajêr bi kirê da, kirêya wê 40 dolar bû.

Ji sedî 20–30ê kirêciyên me Ereb in, Ereb jî tên li Amûdê xaniyan kirê dikin.

Wekî min got rewşa navxwe ya Sûriyeyê û krîza aborî bandorê li emlakê dike.

Berî şerê Serê Kaniyê rewş gelekî baş bû, kirîn û firotina xaniyan li cem me gelekî baş bû. 

Berî şerê Serê Kaniyê xanî biha bûn. Bihayê hinek xaniyan 100-200 hezar dolar bû.

Hinek xanî bi 300-400 hezar dolarî hatin firotin.

Piştî şer bihayê wan xaniyan ji sedî 50 kêm bû.

Avakirina xaniyan jî kêm bûye, niha li Amûdê skeletê 5-6 projeyên xaniyan hene.

Berê xelkê Rojavayê Kurdistanê yên li Ewropayê diman ji xwe re xanî û erd dikirîn lê niha ew jî nemaye."

Mizgîn Mejdo amaje bi wê yekê kir ku xelkê herêmên din ên Sûriyeyê jî li Amûdê bi cih bûne û anî ziman:

“Ji herêm û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê jî xelk li Amûdê heye.

Malbatên ji Kobaniyê, ji Serê Kaniyê, ji Hesekê jî li Amûdê hene.

Dîsa malbatên Ereb ên ji Heleb, Hims, Hema û Idlibê jî hatine Amûdê û ji xwe re xanî kirê kirîne.“