Bi qasî 40 tonan sêvên Îdirê dê bên berhevkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê ku bi saya erdnigariya xwe xwedî avhewayeke nerm û axeke bi ber û bereket e gelek cureyên sewze û fêkî lê çêdibin. Li bajêr îsal tê payîn ku bi qasî 40 hezar ton ji daran bê berhevkirin.

Rêvebirê Çandinî û Daristanê yê Îdirê Ozkan Yolcu ragihan ku li bajêr di nav sewze û fêkiyên digihîjin de ya ku herî tê zanîn û bi nav û deng e sêva Îdirê ye.

Ozkan Yolcu destnîşan kir ku bi hatina payîzê êdî heyama berhevkirina “Sêva Îdirê” jî dest pê kir û wiha pê de çû: "Sêva me ya di stranan de jî derbas dibe, niha li bajarê me bi qasî 18 hezar donim zeviya ku darên sêvan lê ye, hene û em îsal li bendê ne bi qasî 40 hezar tonan sêvan berhev bikin."

Di berdewamiya axaftina xwe de Yolcu destnîşan kir ku sêvên ji bajarên wan derdikevin li navend û bajarên der û dora wan gelek tê xwestin û ev jî bi kêrî aboriya bajêr tê.

Şukru Yurtsever ê li gundê Kullukê xwedî bexçeyên darên sêv, helû û mişmişan jî got ku ew xwedî wê baweriyê ye dema eleqe hebe berên derdikevin jî bi qelîte ne û ji bo vê jî ew kedek mezin didin û wiha domand: "Dema fêkî baş be eleqejî baş e û zû tê firotin. Kesên ku tahm dikin jî razî dimînin. Ya bihayê sêvan kifş dike qelîteya fêkiyê ye.”