Li Qelqeliyê dirûna genim dest pê kir: Berhema herî baş a 10 salên dawiyê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qelqeliyê ya Wana Bakurê Kurdistanê ku yek ji navendên dexl û dan e, dirûna genim dest pê kir.

Li navçeya Qelqeliyê dirûna genim dest pê kir û ji ber ku demsala biharê baran zêde bû hêviya cotkaran jî zêde ye.

“Berhem îsal du qetan zêde bûye”

Cotkar dibêjin dê berhemê genim û ce li gorî par du qetan zêdetir be.

Cotkarê bi navê Abdullah Zorlu diyar ku par hişkesalî zêde bû û wan dirûna genim dereng kir û got, “Ji ber ku baran xweş barî, zeviyên me îsal gelekî baş in.”

Li Qelqeliyê îsal 92 hezar donim ce û genim hatiye çandin û ji ber barana zêde ya demsala biharê û bi ser de germa havînê dirûnê zû dest pê kir.

“Barana biharê îlac bû”

Cotkar Mehmet Baltacî jî got, “Barana ku îsal di mehên adar, nîsan û gulanê de barî ji me re bû îlac. Îsal heta tu bibêjî zeviyên me bi xêr û bêr in.

Em dikarin bibêjin li gorî par û pêrar du qetan zêdetir e. Em dixwazin îsal jî weke par parêzgarî û qeymiqamiya me piştevaniya me bikin.”

Serokê Odeya Ziraetê ya Qelqeliyê Şayettîn Ceylanci jî got, "Heyama dirûna genim dest pê kir. Ji donimê di navbera 300 û 350 kîloyî de genim tê rakirin.

Ev berhema herî baş a 10 salên dawiyê ye. Ez spasiya parêzgar û qeymeqamê me û rayedarên ku di qada tov û cotkariyê de alîkarî daye dikim."

3 milyon donim erdên çandiniyê hene

Li parêzgeha Wanê zêdetir ji 3 milyon donim erdên çandiniyê hene û salane zêdetir ji 700 hezar donim genim tê çandin.

Li gorî rewşa baran û hişkesaliyê hinek salan ji 100 hezar tonî zêdetir, hinek salan jî 100 hezar tonî kêmtir genim tê berhemanîn.