Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê: Rezervên Banka Navendî zêde bûne

11-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Mehmet Şîmşek Banka Navendî ya Tirkiyeyê Rezerv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Şîmşek ragihand ku rezervên Banka Navendî ya Tirkiyeyê di heyama du mehên dawiyê de biqasî 17,1 milyar dolaran zêde bûne.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek duh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rezervên Banka Navendî ya Tirkiyeyê de peyamek belav kir.

Şîmşek di peyama xwe de diyar ku di dawiya gulana îsal de rezervên Banka Navendî 98,5 milyar dolar bûn lê ji 4ê Tebaxê û pê ve gihiştine 115,6 milyar dolaran.

Bi gotina Mehmet Şîmşek, bi vê yekê di heyama du mehên dawiyê de li rezervên Banka Navendî ya Tirkiyeyê 17,1 milyar dolar zêde bûne.

"Em dê komkirina rezervan bidomînin"

Şîmşek zêdebûna rezervên Banka Navendî di aboriya Tirkiyeyê de wek pêşhateke girîng û watedar bi nav kir û got:

“Heta ku şert û mercên bazarê rê bidin em dê komkirina rezervan bidomînin.”

Ji aliyê din ve, partiyên muxalefetê yên Tirkiyeyê gazinan ji wê yekê dikin ku hikumeta AK Partiyê hemû rezervên Banka Navendî xerc kirine û rezerva wê ketiye bin sifrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst