Li cîhanê serweta şexsî herî zêde li Tirkiyeyê zêde bûye

11-07-2024
RÛDAW
Nîşan UBS Serweta Şexsî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî “Rapora Serweta Gerdûnî ya 2024an” a Banka UBSyê ya Swîsreyî, Tirkiye di warê zêdebûna serweta kesayetî de li cîhanê welatê yekemîn e.

Li Tirkiyeyê di warê lîre de serweta şexsî ji sedî 157 zêde bûye.

Banka UBSyê ya navenda wê li bajarê Zurichê yê Swisreyê ye, “Rapora Serweta Gerdûnî ya 2024an” eşkere kir.

Rapor li gorî hesibandina hebûnên darayî û piştre eger hebe deynê wan kesan jê hatiye kêmkirin û amadekirin.

Li gorî raporê li Tirkiyeyê serweta kesayetî bi pereyê neteweyî sala 2023yan li gorî sala 2022an bi rêjeya ji sedî 157,78 zêde bûye û li asta cîhanê bûye welatê yekemîn.

Qeter di rêza duyemîn de ye

Piştî Tirkiyeyê di rêza duyemîn de Qeter tê ku zêdebûna serweta kesayetî ya li vî welatî negihiştiye ji sedî 20.

Di rêza sêyemîn de jî Rûsya heye.

Sala 2023yan di warê dolarê Amerîkî de jî li Tirkiyeyê serweta şexsî ji sedî 63,2 zêde bûye.

Herwiha li gorî raporê di navbera salên 2008-2023yan de serweta şexsî ya bi pereyê neteweyî ji sedî 1708 zêde bûye û Tirkiye li cîhanî dîsa welatê yekem e.

Piştî Tirkiyeyê serwete şexsî bi pereyê neteweyî herî zêde Qazaxistanê bi rêjeya ji sedî 1431 û bi rêjeya ji sedî 608 li Rûsyayê zêde bûye.

Di warê pereyê neteweyî de serweta şexsî herî kêm li Yunanistanê zêde bûye.

Li Tirkiyê 60 hezar milyonerên dolaran hene

Li gorî rapora Banka UBSyê li Tirkiyeyê 60 hezar û 787 milyonerên dolaran hene û tê çaverêkirin hejmara milyonerên dolaran heta sala 2028an ji sedî 43 zêde bibe û bigihêje 87 hezar û 77 kesan.

Tirkiye di hejmara milyonerên dolaran de jî piştî Taywanê di rêze duyemîn de ye.

Li Taywanê 788 hezar û 799 milyonerên dolaran hene û tê çaverêkirin heta sala 2028an hejmar bigihêje milyonek û 158 hezar û 239 kesan.

Welatê sêyemîn Qazaxistan e û tê çaverêkirin ev hejmara milyonerên dolaran ku niha 44 hezar û 307 kes in heta sala 2028an bigihêje 60 hezar û 874 kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst