Rûsyayê beşek ji gaza xwezayî li ser Almanyayê qut kir

11-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê ragihand, "ji ber xebatên lênêrînê" xeta boriya Nord Stream 1 ku gaza xwezayî ya Rûsyayê di bin Deryaya Baltîkê re dişîne Almanyayê, heta 21ê Tîrmehê hat rawestandin.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Nord Stream, xeta boriya ku niha rojane 67 milyon metrekup gaza xwezayî digihîne Ewropayê, dê di navbera11 heta 21ê Tîrmehê de bikeve bin çavdêrî û çakkirinê.

Gazprom amaje bi wê yekê kiriye ku hin alavên teknîkî yên ku di 15ê Hezîranê de ji kompaniya Siemens a Almanî re ji bo lênêrînê hatine şandin, nehatine vegerandin. Gazpromê hişyarî da ku dê şandina gazê bi rêya boriya Nord Stream kêm bibe û piştre bi rêjeya ji sedî 40ê kapasîteya giştî ya xeta navborî veguhestina gaza xwezayî hat qutkirin.

Dikare bêtir were dirêjkirin

Ewropî ji wê yekê dilgiran in ku Rûsya dikare lênihêrîna plansazkirî ya hinardekirina gaza xwezayî bo Ewropayê dirêj bike. Welatên Ewropî ku armanc dikin ji bo zivistanê embarên xwe bi tevahî tijî bikin, bi fikar in ku ev gavên Rûsyayê planên wan xera bikin.

Piştî dagirkirina beşek ji Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, welatên Yekîtiya Ewropayê di serî de jî Almanya, dest bi sepandina cezayên mezin û bi bandor li dijî Rûsyayê kirin.

Dihat çaverêkirin ku ji bo tolhildanê, Rûsya jî karta xwe ya gaza xwezayî bikar bîne.

Beriya êrîşa Rûsyayê bo ser Ukrayanyê, Almanya ji sedî 55ê hewcedariya xwe ya gaza xwezayî ji Rûsyayê peyda dikir, lê bi peymanên nû yên piştî êrîşê bi welatên din re hatin kirin, ew rêje daket ji sedî 35.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst