Welatên G-20 li ser ‘wergirtina bacê’ gihiştin rêkeftinê

11-07-2021
RÛDAW
Nîşan G-20 Venice
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatên endamên G-20ê derbarê zêdekirina bacê li ser kompanyayên navdewletî yên mezin û pêkanîna çaksaziyan bo ku rê li ber reva ji bacê ya kompanyayan bigirin, li hev kirin.

Wezîrên darayî û serokên bankên navendî yên mezintirîn grûpa aborî ya cîhan ku wek G-20 tê zanîn, li Veniceya Îtalyayê civiyan.

Di civînê de biryar hat dayîn ku kompanyayên navdewletî yên dahata wan ji 750 milyon Euro zêdetir e, bi kêmanî ji %15 bac bidin û dahata zêde ya kompaniyên xwedî zêdetirîn dahat jî dê di navbera %20 ta %30, dê li welatên ku kar lê dikin, bê dabeşkirin.

Di nav van kompanyayan de Google, Apple, Facebook, Amazon hene ku wek GAFA tên binavkirin. Kêmtirîn dahat jî dê bi serê xwe salane 150 milyar dolar dahatê li xezîneyên welatan zêde bike.

Wezîra Darayî ya Amerîkayê Janet Yellen jî dûpat kir ku ew dê dawî li siyaseta bacê ya rikeberiya navdewletî bînin û got, ew sîstem astengiyan li pêş welatan çê dike.

Hûrgiliyên rêkeftina derbarê zêdekirina bacê li ser kompanyayên navdewletî, dê ji aliyê Rêxistina Geşepêdan û Hevkariya Aborî (OECD) ve bên diyarkirin.

Biryar e çaksaziyên di warê rêkxistina sîstem bacê de sala 2023 bikeve warê cîbicîkirinê, lê ev yek jî girêdayî pêngav û biryarên welatan e. Proje biryara derbarê bacê de roja 1ê Tîrmehê di civîna OECDê de hatibû pesendkirin.

Welatên G-20 hewl didin bi rêya çaksaziya di warê bacê de rê li ber wê yekê bigirin ku kompanyayên navdewletî yên mezin, berê xwe bidin welatên ku rêjeya bacê lê kêm e. Lewma biryar ew kompanyayên ku reviyane welatên “Bihûştên Bacê” jî dê neçar bin ku bacê bidin welatê xwe.

Wezîra Darayî ya Amerîkayê dibêje, biryara di G-20 de li gor plana Biden e jî lê Komariyên li Kongresê di wê baweriyê de ne ku plana OECDê dê aboriya Amerîkayê, radestî Çîn, Ewropa û welatên din bike.

Amerîka ew welat e ku kêmtirîn bac li ser kompanyayên navdewletî daniye. Lê Serokê Amerîkayê Joe Biden pêşniyaz kiriye ku baca li ser wan kompanyayan du qatan bê zêdekirin û bibe ji %21.

Li gor zanyariyan, ji sala 2000 ta 2018an, kompanyayên navdewletî yên mezin, nîviya dahata xwe li welatên wek Bermuda, Giravên Cayman, Îrlanda, Luksemburg, Holanda, Sîngapur û Swîsrê bidest xistin.

Îtalya îsal mazûvana civîna G-20 bû û hejmareke xelkê sivîl, jîngehparêz û çalakvanan li dijî wê civîna wezîrên darayî yên G-20 li Venedîkê xwepêşandanek encam dan û di navbera polîs û xwepêşanderan de alozî jî derket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst