SILÊMANÎ – Kargeha rûn berhemên xwe xistin bazarê

Silêmanî (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê parêzgeha Silêmaniyê, kargeha rûn a Erbetê ku heta sala 1999an kargeha berhemanîna rûnê gulberojan bû, piştî 20 salan cardin rûn berhem tîne û niha berhemên xwe xistine bazarê.

 

Bûbû 20 sal kargeha rûn a Erbet nedixebitî, lê niha bi rêya kompaniyeke sektora taybet hat nûjenkirin û rûnê gulberoj berhem tîne.

 

Xwediyê kargeha rûn a Erbet Ako Xerîb diyar kir: “Me di nav 8 mehan de kargeha xwe cardin xebitand. Niha em rûn berhem tînin û em di saetekê de sê hezar lître rûn çêdikin. Em dikarin ji cotkaran gulberoj bistînin û sûdê bigihînin xelkê herêmê.”

 

Kargeha Erbet di nav saetekê de 3 hezar lître rûn berhem tîne û dikare ji bilî pêwîstiya navxweyî, rûn hinardeyî parêzgehên Iraqê jî bike.

 

Elî Mihemed ku cotkar e, ji vebûna kargehê kêfxweş e û dibêje: “Em weke xelkê Erbetê bi vebûna vê kargehê kêfxweş in. Em ê ji du aliyan ve jê sûd werbigrin, him derfeta kar zêde dike û him jî sûda wê ji cotkaran re hebe daku gulberoj biçînin û bifiroşin vê kargehê.”

 

Berê dema ku kargeh vekirîbû, cotkarên Şarezûrê her sal gelek gulberoj di erdên xwe de diçandin, lê piştî girtina kargehê, bi temamî bazara li ber berhemên wan ji holê rabûbû, niha careke din hêviyek li cem wan cotkaran peyda bûye.