Nîvê tiştên ku ji Îranê derbasî Iraqê dibin bi rêya Kirmaşanê re tên hinartin

11-07-2014
RÛDAW
A+ A-

Kirmaşan (Rûdaw) – Nîvê kelûpel û tiştên ku ji Îranê derbasî Iraqê bûne bi rêya deriyên sînorî yên parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê re hatine hinartin.

Rêveberê giştî yê gumrikê yê parêzgeha Kirmaşanê, Muhsin Mistefayî ji farsnewsê re got, ji Newroza îsal heta meha Hezîranê, 4 milyon û 224 hezar û 888 ton kelûpel ji Îranê bo Iraqê hatine hinartin.

Muhsin Mistefayî da zanîn, ew tiştên ku hatine hinartin bi qasî milyarek û 435 milyon û 546 hezar dolar bûye û da zanîn, ji vê rêjeyê 2 milyon û 86 hezar û 674 ton tişt tenê bi rêya deriyên sînorî yên Kirmaşanê re hatine hinartin.

Mistefayî anî ziman, ew tiştên ku bi rêya deriyên Kirmaşanê re hatine hinartin bi qasî 718 milyon û 609 hezar dolar e ku ev jî derdora nîvê hinardeya Îranê ya ji bo Iraqê ye.

Rêveberê giştî yê gumrika Kirmaşanê da zanîn, tiştên ku ji Îranê çûne Iraqê herî zêde keresteyên pilastîk, berhemên kanzayî, keresteyên xwarinê bûne û got, em niha bi rêya Kirmaşanê re tiştan dişînin 26 welatên cîhanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst