Daketina nirxê lîreyê Sûrî bandor li bazarên Rojavayê Kurdistanê kir

12-05-2020
RÛDAW
Bi daketina nirxê lîreyê Sûrî nirxê kelûpelan bilindtir bû.
Bi daketina nirxê lîreyê Sûrî nirxê kelûpelan bilindtir bû.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Lîreyê Sûrî Dolarê Amerîkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê lîreyê Sûrî li hember dolarê Amerîkî daketiye 1400 lîreyan, xelk dibêje ku ji ber giranbûna dolar bihayê kelûpelan gelek bilind bûye û nikarin tiştên dixwazin bikirin.

Nirxê lîreyê Sûrî di daktineke berdewam de ye. Herî dawî her dolareke Amerîkî 1,400 lîre derbas kir û tê pêşbînîkirin bêhtir dakeve û nirxê dolar li hember lîreyê Sûrî bigihe asta 2,000 lîreyan.

Bi daketina nirxê lîreya Sûrî re nirxê kelûpelan bilindtir bûye û xelk nikarin kelûpelên pêwîst ji xwe re bikirin.

Tevî ku mûçeyên karmendên Rêveberiya Xweser ji mûçeyên karmendên hikûmeta Sûriyê bilindtir e jî, lê belê daketina nirxê lîre li hember dolarê Amerîkî bandorek xirab li nirxên kelûpelan li bazarên Rojavayê Kurdistanê jî kiriye.

Welatiyek dibêje, eger ew bikarin dê ji derdê dolar birevin ji ber ku êdî nikarin tiştekê bikrin.

Mûçeyên karmendên hikûmeta Sûriyê di navbera 40,000 û 75,000 lîyreyan de ye, mûçeyên Rêveberiya Xweser jî di navbera 75,000 û 200,000 lîyreyan de ye

Pispor û seraf jî dibêjin, hikûmeta Sûriyê dolar di bazara reş de difiroşe ku bikare pereyê cotkaran bide û piştre Dolarê di bazarê de bikire û sûdê jê bibîne. 

Pisporên aborî eşkere dikin ku divê hikûmet rojane 2 milyon dolar bixe bazarê daku bihayê dolar cîgir bibe lê banka navendî ya Sûriyê nikare ewqas pere bixe bazarê.

Berî destpêkirina şer di Adara 2011 de li Sûriyê, her dolareke Amerîkayê 48 lîreyên Sûrî dikir, lê niha bi tenê ligel destpêka sala 2020, buhayê lîreyê Sûrî du qatan kêmtir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst