Hewlêr (Rûdaw) - Banka Cîhanî diyar kir ku di sala 2022an de ji ber bandora şer aboriya Ukraynayê dê ji sedî 45 û aboriya Rûsyayê jî ji sedî 11 biçûk bibe.
Geşedanên têkildarî şerê Rûsya û Ukraynayê hêmana sereke ya rojeva bazarên cîhanê ye.
Cîgira Serokê Banka Cîhanî Anna Bjerde di daxuyaniyekê de ragihand, pêwîstiya Ukraynayê bi piştgiriya lezgîn a aboriyê heye.
Li gor amarên Netewên Yekbûyî, ji ber şer herî kêm yek ji çarê nifûsa Ukraynayê aware û derbider bûne.
Banka Cîhanî destnîşan dike ku aboriya Rûsyayê dê ji ber sizayan ji sedî 11 biçûk bibe.
Li gorî texmînên Banka Cîhanî, welatên Rojhilatê Ewropayê û Asyaya Navîn dê ji dema belavbûna Coronayê zêdetir di şerê Rûsya-Ukraynayê de bandora xirab li wan bibe.
Li aliyê din, S&P Global, nota krediya pereyê biyanî ya Rûsyayê ji CC/C daxist "Varyanta Bijarte".
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse