Li Ormiyê mêşên hingiv di metirsiyê de ne

11-04-2014
RÛDAW
A+ A-
 

Ormiye (Rûdaw) – Li gorî agahî û amarên fermî, par li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 15 hezar ton hingin berhem hatiye ku ev jî dike 30% ji hemû berhemên hingivînê Îranê.

 

Parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber şert û mercên wê yên erdîngarî û rewşa hewayê wek navendeke herî girîng ê berhemanîna hingiv û xwedîkirina mêşên hingivîn li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê nasîn.

 

Lê li gorî agahiyên serokê Yekitiya Hingivçiyên Ormiyê, par zivistanê ji ber sermayê nîvê mêşên hingivîn ên parêzgehê qirr bûne.

 

Serokê yekitiyê, li ser sedemên vê yekê diyar kir, ji ber kêmbûna derman û bihabûn û hawirdekirina dermanên pêwîst û hebûna dermanên qaçax ev karesata çêbûye.

 

Wî rayedarê parêzgeha Ormiyê da zanîn ku li nav Îranê de dermanên mêşên hingivîn gellekî lawaz e û eger hebe jî pir biha ye ji ber vê jî hingivçî neçar dimînin dermanên qaçax û netendurist bikirin, ev jî dibe sedema zirardîtina mêşan.

 

Li gorî gotinên hingivçiyan, biryar bû hikûmeta Îranê zirarên wan qerebû bike û deyinên biçûk bide wan lê tenê beşek biçûk ji wan ev deyin û kirêdî wergirtine.

 

Hinek ji pisporên pîşeya berhemanîna hingiv ji Rûdawê re gotin, yek ji sebebên serekî yên jinavçûna mêşên hingiv, hebûna pêlên parazîtê yên kanalên televîzyonî ye.

 

Parêzgeha Ormiyê di warê hingiv û mêşên hingiv de li ser asta Îranê yekem e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst