Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Giştî yê Gumruka Herêma Kurdistanê ragihand, şandeke Wezareta Darayî ya Iraqê ji bo mijarên dahat û darayiyê serdana Herêma Kurdistanê dike.
Samal Ebdulrehman di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, roja Duşemî 12ê Adara 2018ê şandeke hikûmeta Iraqê bi serpireştiya Serokê Banka Navendiya Iraqê Elî Ellaq dê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Samal Ebdulrehman got, şanda ku tê Kurdistanê, şanda wezareta darayî ya Iraqê ye û ji bilî serokê banka navendiya Iraqê, rêveberekî giştî yê wezareta darayî û çend çêwirmendên wê wezaretê jî tevî şandê têne Herêma Kurdistanê.
Rêveberê Giştî yê Gumruka Herêma Kurdistanê herwiha behsa wê yekê jî kir, ku şanda iraqî ji bo pirsên dahat û darayiyê têne Kurdistanê û dê bi rayedarên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re derbarê çend mijarên din de jî gotûbêjan bikin.
Ew bû çend meh ku çend lijneyên hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de di hatinûçûnê de ne û piraniya wan şandan jî têkildarî pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine.
Tevî wan serdan û gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê, heta niha ti pereyk ji aliyê Bexdayê ve ji bo dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê nehatiye xerckirin.
Ji sala 2014ê ve hikûmeta Iraqê bi hinceta ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekê serbixwe petrolê difiroşe û çavkaniyên dahata xwe ji Bexdayê re aşkere nake, bûdceya Herêma Kurdistanê birî, ku heta niha jî ew pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatiye çareserkirin.
Ji ber qutkirina pişka bûdceyê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, Herêma Kurdistanê rastî qeyraneke mezin a darayî hatiye, ku nikare di dema xwe de mûçeyên fermanberan bide. Ew qeyran piştî şerê DAIŞê û piştre li pey êrişên hêzên Iraqê bo ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybet parêzgeha Kerkûkê, û destbiserdegirtina çend blokên mezin ên petrolê ji aliyê hêzên Iraqê ve, mezintir bûye.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêştir soz dabû, ku pirsgirêka pişka bûceya Kurdistanê û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê çareser bike, lê belê heta niha ti sozeke xwe nehaniye cih û projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2018ê jî heftiya bihorî bêyî liberçavgirtina daxwazên kurdan hat pesendkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse