Bi nêzîkbûna roja evîndariyê bazara gulan germ bûye

11-02-2019
RÛDAW
Ji Kurdistanê ji ber Roja Valentine milyonek û 650 hezar dolar diçe derve
Ji Kurdistanê ji ber Roja Valentine milyonek û 650 hezar dolar diçe derve
Nîşan Valetine Rojava Evîndariyê 14ê Sibatê Gul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê bi helkefta nêzîkbûna 14ê Sibatê Roja Valentina ango roja evîndariyê amadekariyên wê rojê têne kirin.

 

14ê Sibata her sal, bi roja evîndariyê yan jî roja Valentine tê naskirin û li seranserî cîhanê evîndar û kur û keçên dildarên hev, wê rojê bi bîr tînin. Di vê rojê de evîndar bi awayekî dilxweşiyê didin hev û herkesek li gora xwe vê rojê pîroz dike.


Li wer her welatê cîhanê li Herêma Kurdistanê de di roja evîndariyê de keç û kurên evîndar piranî bi pêşkêşkirina gulên sor dilê hevdu xweş dikin.


Loma bazara gulan jî germ dibe û gulfiroş jî pere qezenc dikin. Bazirganên Kurdistanê ji welatên wek Îspanya, Hollanda, Ekawator, Îran û Srîlankayê gulan hawirde dikin bo vê rojê.


Gulfiroş Hemin Pîrmam ji Rûdawê re diyar ku wî ji bo roja Valentineyê 450 hezar gul ji derveyê Kurdistanê xwestine û got: “Em ji beşek bajarên Iraqê re jî gulan dişînin. Me bi bihayê 550 hezar dolar 450 hezar gul kirrin.”


Li Herêma Kurdistanê sê kompaniyên mezin bazirganiya gulên hawirdekirî dikin. Hersê kompanî tenê ji bo roja evîndariyê milyonek û 350 hezar gul hawirde dikin wate ji Herêma Kurdistanê bo gulan milyonek û 650 hezar dolar derdiçe.


Karsazî Kurd diyar kir ku wî par di meha cotmehê de dest bi çandiniya gulan kiriye û piştî salekê dê ji sedî 40 pêwîstiya Herêma Kurdistanê ya gulan pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst