Li Rihayê piştî nan goşt jî biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, îro goşt biha bû û kîloyek goştê sor gihişte 375 lîreyan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe û di serî de xorak her tiştî biha dibe.

Odeya Esnaf û Hunerkarên Rihayê, li ser daxwaza goştfiroşan û ji ber xerciyên zêde goştê qîme, goştê berxan, goştê ajelên mezin ê tîke biha kirin.

Li gorî bihayên nû, dê kîloyek goştê qîme yê berxan bi 320 lîreyan, kîloyek goştê tîke yê berxan bi 340 lîreyan, kîloyek goştê tîke yê ajelên mezin ê ji bo ecînê 375 lîre û kîloyek goştê ajelên mezin bi 320 lîreyan bê firotin.

Li Rihayê duh jî nan lîreyek biha bûbû.