Hewlêrê û Enqerê dem diyar kirin: Sibat

11-01-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ser mijara gaza xwezayî lihev kirine û projeya wê dê meha Sibatê dest pê bike.

Li gor agahiyên Rûdawê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel şirketekê ya Tirkiyê rêkeftineke îmze kiriye û dê miha Sibatê projeya gaza xwezayî were destpêkirin.

Li gor daneyên Wezareta Çavakaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê 160 milyar bermîlên petrola xam û 5 trîliyon û 700 milyar metir sêca rezerva gaza xwezayî li Başûrê Kurdistanê heye. Ev rêje jî dibe beramberî %3 tevahiya gaza xwezayî ya cîhanê.

Piştî ku Tirkiyê balafira şerî ya Rûsyayê li Sûriyê xist û ji ber vê yekê di navbera herdu welatan de nakokiyan rû da, hinardekirina gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê ket rojeve. Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan dike ku heya destpêka sala 2017an rojane 10 milyar metir sêca gaza xwezayî bişîne Tirkiyê.

Medyaya Tirkiyê beriya niha ragihandibû gaza xwezayî ya Başûrê Kurdistanê dê salan têra Tirkiyê bike.

Şer û aloziyên li bajarên Bakurê Kurdistanê dibe ku bandorê li plana hinardekirina gaza xwezayê ya Başûrê Kurdistanê bike û bihêle bicihkirina dema projeyê paş bikeve.

Li gorî rêkeftinê şirketek ji Tikiyê û yek jî Kurdistanê dê ser cihên gaza xwazayî lêkolînên bikin.

Raxistina xeta boriyan kengî bidawî dibe?

Şêwirmendê Enirjiya Ewlekariya Herêma Kurdistanê Dr. Bêwar Xinisî ji Rûdawê re got : “Heger xebateke wekî ya raxistina boriyên petrolê were kirinm raxistina boriyên gaza xwezayî dê salekê de xilas bibe. Raxistina boriyan an dê dawiya vê salê yan jî dê destpêka sala bê dawî bibe.”

Dr. Xinisî diyar kir di serî de Kurdistan dê bikaribe 10 milyar metir sêca gaza xwezayî hinarde bike û di destpêka sala 2020an de jî 20 milyar hinarde bike.

Di sala 2007an de Herêma Kurdistanê li gel Dan Gaz û Crescent Petrileum a Erebistana Siûdî bo derxistina gaza xwezayî ya herêma Çemçelan û Xormur rêkeftinek îmze kiribûn.

Şirketa OMV a Avusturya û şirketa MOL a Maceristanê jî şirîk ji sedî 10ê bûn.

Di meha Cotmeha 2013an de Dana Gaz li Londonê doz li Herêma Kurdistanê vekir.

Dadgeha Bilind a Birîtanyê biryar da Herêma Kurdistanê di navbera 14 rojan de 100 milyon dolarî bide şirketa Dana Gazê.

Di serdana Barzanî de rêkeftin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 26/12/2015an de serdana Tirkiyeyê kir.

Li gor agahiyan Rûdawê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo raxistina boriyên xeta gaza xwezayî rêkeftinek ligel şirketekê tirkî îmze kir.

Derbarê rêkeftinê de çavkaniyeke ji Rûdawê re got: “Heger ti pirsgirêk dernekevin projê dê miha sibatê dest pê bike. Projê dê heyama 270 rojan were bicihkirin.”

Xeta boriyên gaza xwezayî dê ji herêma Kormor dest pê bike û bi Çemçemal, Xurmelê, Dihok û Peşxaburê re derbas bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst