Yekîtiya Ewropa 72 milyon euro deyn dide Iraqê

10-12-2018
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropa Iraq Rêkevtin Deyn
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê û Yekîtiya Ewropayê sê rêkevtin ji bo cîbicîkirina projeyên avedankirin û avakirina navçeyên kontrolkirî ji destê DAIŞê îmze kirin.

 

Yekîtiya Ewropayê bo piştevaniya projeyên avedankirinê û avakirina navçeyên wêranbûyî, 72 milyon û 500 hezar euro deyn dide hikûmeta Iraqê. Şandeke Yekîtiya Ewropayê jî bi serdanekê li Iraqê ye û dê serdana navçeyên ku ji destê DAUŞê hatine kontrolkirin, bike.

 

Her sê rêkevtin li Bexdayê bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî yê Iraqê, Fuad Husên û Rêveberê Geşepêdan û Hevkariyên Bo Navçyên Asya û Rojhilata Navîn li Yekîtiya Ewropayê, Pier Amilat hate îmzekirin.

 

Piştî îmzekirina wan rêkevtinan, Fuad Husên di konferanseke rojnamevanî de got: Me bi armanca pêşkêşkirina xizmetguzariên sereke, çalakkirina aboriyê û bêtir piştevanîkirina  li sektora enerjiyê, sê rêkevtinên stratejîk li gel Yekîtiya Ewropayê îmze kirin.

 

Wezîrê Darayî yê Iraqê herwiha got, ew rêkevtin girêdayî cîbicîkirina nenavendîtiyê û piştevaniya li sektora taybet û herwiha vegerandina awareyan bo cih û warên wan in.

 

Rêveberê Geşepêdan û Hevkariyên Bo Navçyên Asya û Rojhilata Navîn li Yekîtiya Ewropayê, Pier Amilat jî ragihand, ew girêbest hûrgilî û cîbicîkirina hejmarek ji wan rêkevtinan e ku di Kongreya Kuweytê y abo avedankirina Iraqê hatibûne îmzekirin.

 

Pier Amilat tekez kir, di qonaxa yekem de Yekîtiya Ewropayê 10 milyon euro bo cîbicîkriina projeyên akincîbûnê li parêzgehên Enbar, Neynewa (Mûsil), Kerkûk, Selahedîn û Diyaleê xerc dike, daku aware bikarin bi aramî bi xwesteka xwe vegerin ser warên xwe.

 

Bi gotina Amilat, herwiha di qonaxa duyem de 48 milyon û 500 hezar euro ji bo bidestxistina vejandin û seqmgîriyeke zêdetir li parêzgehên Enbar, Besra, Duhok, Hewlêr, Mîsan, Neynewa, Selahedîn, Silîmanî û Zîqarê tê terxankirin.

 

Wî rayedarê ewropî hgerwiha da zanîn, ku Yekîtiya Ewropa di qonaxa sêyem a cîbicîkirina wan rêkevtinan de jî 14 milyon euro bi armanca piştevanîkirina li hewlên hikûmeta Iraqê bo encamdana reforman di sektora enerjiyê de terxan dike.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst