Buhayê zêr li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bilind bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Buhayê Zêrê di van demên dawî de li Sûriyê û Rojavayê Kurditanê zêde bûye. Niha di bazarên zêr ên Rojavayê Kurdistanê de her grameke zêrê eyar 21 bi derdora 250 hezar lîreyên Sûriyê tê firotin. Zêrîngerekî Qamişlo ji Rûdawê re got ku buhabûna zêr bandor bandorek li ser jiyana xelkê kiriye.

Di van çend rojan de, li ser asta Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, behsa buhabûna zêr tê kirin, bi awayekî ku nirxê yek grama zêrê 21, li bazarên Rojavayê Kurdistanê di navbera 240 hezar û 260 hezar lîreyên Sûrî de ye.

Nirxê destnîşankirî ji  aliyê Rêveberiya Xweser ve, ji bo roja Çarşemê, 265 hezar lîre bû, ji bo 1 girama zêrê 21.

Zêrfiroşê li bazara zêr a Qamişloyê  Mihemed Xêr Remedan ji Rûdawê re behsa nirxê nû yê zêr û pereyên Sûrî li wê bazarê kir û got bazara zêr, bi dolar ve girêdayî ye.

Hinek çavdêr di wê baweriyê den ku bandora vê bihabûnê li ser kirîn û firotina zêr heye, lê zêrfiroş, Mihemed Xêr Remedan di vê derbarê de, nerîna xwe ji Rûdawê re nîşan da ku, di buhabûn yan erzanbûnê de jî, daxwaz li ser zêr her heye. Wiha jî bi beşek ji pereyên ku ji derve tên, zêr tê kirîn.

Destpêka vê meha Mijdarê jî, nirxê 1 grama zêrê 21, li bazara Qamişlo bi 47 dolaran bû, ku dikir 248 hezar lîreyên Sûrî.

Hevterîpî wê yekê jî, bihayê pereyên Sûrî gihiştiye 5 hezar û 375 lîreyan li beramber 1 dolarê Amerîkî. Lê destpêka vê meha Mijdarê, 1 dolar bi 5 hezar û 250 lîreyên Sûrî bû.