Deriyê Kapikoy ê navbera Bakur û Rojhilat dê were vekirin

10-11-2018
RÛDAW
Xebatên çêkirina Deriyê Sînorê Kapikoy gehiştine qonaxa dawî
Xebatên çêkirina Deriyê Sînorê Kapikoy gehiştine qonaxa dawî
Nîşan Bakurê Kurdistanê Rojhilatê Kurdistanê Wan. Necdet Takva
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xebatên çêkirina Deriyê Sînorê Kapikoy ku dikeve ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawî û biryar e ew derî 15ê Çileya 2019ê bi fermî were vekirin.

 

Deriyê Sînorê Kapikoy ne tenê bo parêzgeha Wanê, lê bo navçeyê û tevahiya Tirkiyê jî rolekî erênî dibîne di zêdebûna asta bazirganiya navbera Tirkiye û Îranê de. Herwiha peydabûna derfeta kar bo çendîn kes.

 

Li sînorê parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kar û xebatên çêkirina Deriyê Sînor ê Kapikoy ku dikeve ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawî û biryar e ew derî 15ê Çileya 2019ê bi fermî were vekirin.

 

Derbarê vekirina derî de Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê Necdet Takva wiha got: “Piştî hefteya sêyem a Çile di vî deriyê sînor re çûn û hatina xelkê dest pê dike. Herwiha bi vî deriyê modern ku 50 sal e bihêvî bûn were çêkirin û hemû pêdivî li xwe girtine, bo welatiyên Îranê û welatiyên wan welatan jî ku di Îranê re tên welatê me, xizmetguzariyeke bê wêne pêşkêş dikin."

 

Ji bo çêkirina vî deriyê sînor ku du sal berî niha bingehê wê hatibû danîn, zêdeyî 100 milyon lîre hatibû veqetandin û dibe yek ji deriyên sînor ê herî modern ên Tirkiyê.

 

Deriyê Sînor ê Kapikoy ku ji aliyê Wezareta Gumrik û Bazirganî ve li ser rûberê 63 hezar metre çarkoşe hatiye çêkirin, sîstema pişkinîna elektronîk x-ray, amûrê pişkinîna hestyar, embara kel û pelên qeçax, sîstema x-ray bo pişkinîna kel û pelên geştyaran, salona mana geştyaran û berdeskirina pêdiviyên wan li xwe digire.

 

Necdet Takva  herwiha got: “Bi ti awayekî wek bajarê Wanê nêta me nîne peywendiyên xwe ligel Îranê qut bikin. Me çendîn car amaje bi wê yekê daye ku di çarçoveya peywendiyên navdewletî de ew dorpêça dixin ser Îranê ne tiştekî baş e."

 

Ev deriyê sînor ne tenê bo parêzgeha Wanê, lê bo navçeyê û tevahiya Tirkiyê jî rolekî erênî dibîne di zêdebûna asta bazirganiya navbera Tirkiye û Îranê de. Herwiha peydabûna derfeta kar bo çendîn kes.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst