Li Mûşê tûtina Virginia tê berhemanîn

10-10-2022
RÛDAW
Serokê Yekîtiya Koperatîfên Bazarkirin û Hilberîna Tûtinê li Tirkiyê dibêje, wan par 53 hezar tonên tûtinê firotine 48 welatan û îsal jî armanca wan ewe ku 60 hezar tonî bifroşin.
Serokê Yekîtiya Koperatîfên Bazarkirin û Hilberîna Tûtinê li Tirkiyê dibêje, wan par 53 hezar tonên tûtinê firotine 48 welatan û îsal jî armanca wan ewe ku 60 hezar tonî bifroşin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê dema berhevkirina titûnê Virginia ye.

Li parêzgeha Mûşê berhevkirina tûtinê destpê kir. Tûtina Virginia (Vîrjînya) yek ji wan corên tûtinê ye ku di çêkirina piraniya çixareyan de tê bikaranîn û beşeke zêde ya wê bo Amerikayê tê hinardekirin. Niha li parêzgehên wek Amed, Sêrt, Êlih, Semsûr, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê ew corê tûtinê tê çandin.

Serokê Yekîtiya Koperatîfên Bazarkirin û Hilberîna Tûtinê ya Tirkiyê dibêje sala borî wan bo 48 welatan 53 hezar ton tûtin hinarde kirine û îsal jî armanc dikin ev hinarde 60 hezar ton be.

Serokê Yekîtiya Koperatifên Bazarkirin û Hilberîna Tûtinê ya Tirkiyê Şehmus Solgun got: “Îsal li parêzgeha Mûşê ji bo cotkarên me zêdetir qezenc bikin, tûtina Virginia  jî di nav de me 9 corên nû yên tûtinê ceribandin. Li ser 4 hezar donim erd me tûtin çandiye û em çaverê dikin berhemekî baş werbigrin.”

Cotkarekî ji parêzgeha Mûşê jî dibêje îsal wî li ser rûberê 6 donim erd tûtin çandiye û çaverê dike 2.5 ton tûtin berhev bike.

Berhemdêrê Tûtinê li Mûşê Bayram Akin dibêje: “30 sal in ez vî karî dikim. Li gor salên borî îsal berhemê me baştir e.”

Li gor amarên Yekitiya Koperatîfên Bazarkirin û Hilberîna Tûtinê ya Tirkiyê, îsal li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 82 hezar cotkaran tûtin çandine û pêşbînî dike îsal 120 hezar ton tûtin bê berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst