MÛŞ – Cotkar berhemên xwe yên organîk hişk dikin û difiroşin

10-09-2023
Nîşan Mûş Cotkar Berhemên Hişkkirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê, cotkar ji zeviyên xwe sebzeyan berhev dikin, wan hişk dikin, paşê li ser rêya Erzirom û Mûşê difroşin.

Yucel Levent û Halît Yolcuyê ku li gundê Seqaviyê yê li ser navenda bajêr dijîn cotkariyê dikin.

Levent û Yolcu biharê sebzeyan datînin û dema ew digêhêjin jî sebzeyên xwe berhev dikin û difiroşin.

"Îsal saleke bibereket e"

Yolcu got gelek kes sebzeyên hişkkirî dikirin û wiha axivî:

"Ji bilî Amed, Wan û Bedlîsê ji gelek bajarên din jî siparîş tên. Em berên ku ji zeviyan berhev dikin hişk dikin.

Me li ser qadeke 30 donimî sebze danî û em li bendê ne ku 50 tonî berhev bikin. Îsal saleke bibereket e."

"Welatî bi giştî yên hişkkirî dikirin"

Levent jî got sebzeyên wan organîk in û wiha axivî:

"Welatî bi giştî yên hişkkirî dikirin. Em yên ter jî difroşin. Hinek bacanên sor ji bo rojane bixwin dikirin û hinek jî bi kaseyan dikirin ku hişk bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst