Pêşangeha Avahîsazî û Xanûberan a Hewlêrê rastî eleqeyeke mezin hat

Hewlêr (Rûdaw) - Di heyama 4 rojên pêşangeha Veberhênana Avahîsazî û Xanûberan a Hewlêrê ku îro dawî roj bû, ta demjimêr 14.00, zêdetirî 1350 daîre (şuqe) û vîlla, ji aliyê kompanyayên veberhênanê ve hatin firotin.

Herdî Hacî Selam, ji kompanyaya Loyal Show ku ev kompanî rêkxera pêşangehê bû, amarên 4 rojên pêşanghê ji Rûdawê re eşkere kirin û li gor wan amaran, heta roja pêncşemê piştî nîvro demjimêr 18.00, 18500 kesan serdana pêşangehê kirine.

Di pêşangeha xanûberan de ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora wê ya medyayî ye, kompanyayên warên xanûber û avahîsaziyê zêdetirîn teklîfên xwe bo kiryaran eşkere kirin û biryar e heta îro êvarê çend teklîfên nû û şansê zêdetir bo kiryaran bên pêkanîn.ş

Herdî Hacî Selam ji Rûdawê re ragihand, “Zêdetirî 930 şuqe û zêdetirî 420 vîlla hatin firotin” ku ev heta demjimêr 16.00 û got jî, “kompanyayên kelûpelên bînasazî, karîn zêdetirîn firotin û girêbestan bikin di heyama 4 rojên pêşangehê de “ku zêdetir e ji 130 girêbestên firotina kelûpelên bînasaziyê.”

Li ser pêkanîna hêlên kar jî, jibilî firotina daîre û villa, li gor amarên kompanyaya Loyal Show “di 4 rojên pêşangehê de, 250 kesan kar kirin û 50 hêlên karên berdewam jî bo hejmareke kesan hatin dabînkirin.”

Kompanyaya Loyal Show tekez dike, ku salane ew vê pêşangehê vedikin û hemwelatî dikarin sûdmend bin ji teklîfên kompanya û projeyên xanûber û veberhênanê.

Pêşangeha Veberhênana Avahîsazî û Xanûberan a Hewlêrê ku di navbera 7 – 10 Îlonê de vekirî bû, jibilî kompanyayên navxwe, bi dehan kompanî ji Îran, Tirkiye, Qibris, Yunan, Uman, Îmarat û Almanyayê beşdar dibin.

Xanî yek ji sektorên herî girîng ên Herêma Kurdistanê ye, ku ji sê paran yekê veberhênanên Herêmê pêk tîne.

Li gorî daneyên ku Rûdawê ji odeya bazirganiya Herêma Kurdistanê wergirtiye, li Herêmê zêdetirî 5 hezar 800 kompanî û ofîsên xanûberan hene.