AMED - Karsaz ji sozên hikûmetê bi guman in

Amed (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê bi eşkerekirina paketa aborî û veberhênanê kelecanek di nav karsaz esnaf û bazirganan de peyda bû, lê niha her kes bendewarê  pêkanîn û zelalkirina hûrgiliyan e.

 

Karsaz û bazirganên Bakurê Kurdistanê, bi eşkere kirina paketa aboriyê ya hikûmetê ketine nav kelecanê. Kesên ku dixwazin kredî û teşwîqên dewletê werbigrin ji niha ve serî li odeyên pîşesazî û bazirganiyan didin. Lê rayedar amaje bi vê yekê dikin ku hîn gelek soz û qewlên ku dewletê dane wan, divê bêne zelalkirin û metirsî ewe ku ew soz neyên bicîhanîn.

 

Serokê Koperatifa kefaletêy a  Esnaf û Hunersazên Amedê Mihemed Yildirim diyar kir ku paketa ku Serokwezîr eşkere kir, bi her awayî kelecaneke tîcarî li esnafên me belav kir.

 

Mihemed Yildirim got:

 

“Ji roja duşemê heta îro nêzikê 300 400 esnaf ji bo vê krediya ku 50 hezarê bi deynê 6 mehan werbigre, serlêdan çêbûye. Lê ji ber ku di rojnameya fermî de nehatiye ragihandin em jî nizanin, ka dê li ser me bidin, an jî bi rêya KOSGEBê bidin. Hê ne diyare û hê jî ti tiştek li holê nîne .”

 

Nevîn Îl ku xudana kargeheke mezin e ew  çend sal e di pişesaziya Amedê de bi serkeftîbûna xwe hatiye asteke bilind. Bi ya wê paket ji bo cebirandina birînên aborî yên Bakûr gelek baş e lê tişta kêm ew e ku ti nîşaneyên aşîtiyê nînin. Îl diyar dike ku veberhêner li cihekî ewlehî nebe, kar nakin.

 

Nevîn Îl wiha axivî:

 

“Ev ji bo karsaz û veberhênerên nû gaveke pir girîng e, lê herkes vê yekê dizane ku veberhêner li cihê ku ewlehî nebe, veberhênanê nake.”

 

Serokwezîrê Tirkiyeyê di paketa xwe de cihê herî berfireh dabû esnafên Sûrê. Li gorî paketê dê esnaf 50 hezar lîre bê faîz ji dewletê wergirin. Lê dikandarên Surê dibêjin ku şertê wergirtina krediyan gelek giran e û dê kêm kes mafê standinê bidestbixin.

 

Dikandarek ji Amedê jî wiha dibêje:

 

“Berê ji me re gotibûn herî kêm 10 heta 15 hezar em ê hîbe bidine we. 50 heta 200 milyar kredî bidine we. Lê hîbe çû, tiştek tine, krediya bê faîz jî ne kifş e. Vaye dibêjin kefîl bînin  û tapû bînin...”

 

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim di 4ê vê mehê da hatibû Amedê û paketeke aborî eşkere kiribû. Ev serdan di demekê de hat ku di navbera dewletê û PKKê de şereke giran heye û serokwezîr jî dibêje çareserî-mareserî nîne. Van gotinan jî hêviya rawestandina şer qutkiriye.