Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 337 hezar kes bêkar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Hezîrana 2023an hejmara kesên bêkar 2 hezar kes zêde bû û gihişte 3 milyon û 337 hezar kesan.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), îro amarên bêkariyê yên meha hezîrana îsal eşkere kirin.

Li gorî amarên TUIKê, hejmara kesên bêkar di meha hezîranê de li gorî meha gulanê 2 hezar kes zêde bûye û gihiştiye 3 milyon û 337 hezar kesan.

Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,1 zêde bûye û meha hezîranê gihiştiye ji sedî 9,6an.

Herwiha rêjeya bêkariyê di nav ciwanan de zêde bûye.

Rêjeya bêkariyê ya kesên temênên wan di navbera 15 û 24 salî de li gorî meha gulanê di meha hezîranê de ji sedî 1,2 zêde bûye û gihiştiye ji sedî 18,6an.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha hezîranê de 363 hezar kesan derfetên kar ji dest dane û bi tevahî ji bo 31 milyon û 291 hezar kesan derfetên kar hatine dabînkirin.