Iraqê bi Totalê re rêkeftineke 27 milyar dolarî ya enerjiyê îmze kir

10-07-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq TotalEnergies Fransa Petrol û Gaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Iraq û kompanyaya enerjiyê ya Fransî TotalEnergies îro Duşemê di gaveke mezin de ji bo bidestxistina xweseriya gazê, girêbestekî mezin bi bihayê 27 milyar dolarî ji bo pêşxistina sektorên petrol, gaz û enerjiyên nûjen ên Iraqê îmze kirin.

Di peymana dawî de TotalEnergies bi rêjeya ji sedî 45 di Projeya Yekgirtî ya Pêşveçûna Gazê (GGIP) de pişka herî zêde wergirtiye, li dû wê jî Şîrketa Petrola Besra ya dewleta Iraqê bi ji sedî 30 û QatarEnergy bi ji sedî 25 di projeyê de beşdar in.

Ew veberhênana biyanî ya herî mezin di dîroka Iraqê, wî welatê tejî şer û aloziyan tê hesibandin.

Merasîma îmzekirina girîbestan îro li Bexdayê hat lidarxistin û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyyan Ebdulxenî û Rêveberê Giştî yê TotalEnergies Patrick Pouyanne îmze li ser girêbestan kirin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyyan Ebdulxenî û Rêveberê Giştî yê TotalEnergies Patrick Pouyanne di derbarê vê projeyê de, ku dê kompanyaya Fransî di nava 25 salan de çar projeyan ji bo petrol, gaz û enerjiyên nûjenkirî li başûrê Iraqê cîbicî bike, nirxandinên erênî kirin.

Girêbest bi giranî balê dikişîne ser pêşxistina jêrxana lawaz a gazê li Iraqê û komkirin û bikaranîna madeya zêde ya ku bi gaz petrolê tê naskirin û pir zirarê dide jîngehê û dibe sedema guhertina avhewayê.

Rêveberê Giştî yê TotalEnergies Patrick Pouyanne got, "Me di 20 mehên borî de nîşan da ku berdewamiya bihêz a Dewleta Iraqê li ser vê girêbesta geşepêdan û avakirinê rastiyek e, û ew îşaretek pir bihêz e ji bo veberhênanê," û tekez kir ku ew proje dê gelek derfetên kar peyda dike ji ber ku herî kêm ji sedî 80ê hêza wê ya kar dê ji herêmê be.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyyan Ebdulxenî jî hûrgiliyên girêbesta bi kompanyaya Total a Fransî re eşkere kir û got, wan bi wê kompanyayê re hevkariyeke berhemdar dest pê kirine.

Heyyan Ebdulxenî diyar kir: “Em pabendbûna xwe bi dabînkirina jîngeheke guncaw ji bo kompanyayên navdewletî yên ku li Iraqê kar dikin û hevkarîkirina bi wan re ji bo pêşxistina pîşesaziyên petrol, gaz û enerjiya kesk li Iraqê dubare dikin.”

Wezîrê Petrolê yê Iraqê herwiha tekezî li ser teşwîqkirina veberhênana biyanî kir.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê destnîşan kir, di girêbestê de çar projeyên mezin li başûrê Iraqê hene ku di herdu sektorên petrol û gazê de tên cîbicîkirin.

Ew girêbest, pêşxistina gazê, hilberîna nefta xav, û bikaranîna ava deryayê ji bo alavên kêlgehan ji bo mebestên neftê digire nav xwe. Herwiha di çarçoveya girêbestê de kargehek tê avakirin ku rojane 600 milyon metrekup gazê hildiberîne, ku tê çaverêkirin bi du qonaxan û di nava pênc salan de were temamkirin.

Rêkeftina destpêkê ya ji bo wan girêbestan di sala 2021an de hatibû kirin, lê îmzekirina girêbestan ji ber nakokiyên li ser pişka Iraqê di rêkeftinê de dereng ket, ji ber ku Bexdayê daxwaza pişka ji sedî 40 dikir.

Herî dawî di destpêka Nîsanê de piştî pênc gerên danûstandinan di navbera Pouyanne û serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de girêbest hate pejirandin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê derbarê girêbestan de got: “Ji bo îmzekirina vê girêbestê pêwîstî bi xebateke gelek mezin di navbera tîma Wezareta Petrolê û Total de hebû, ji bo ku bigihin pêşnûmeyekê ku her du alî pê razî bin. Ji bo cîbicîkirina peymanan em ê bi Total û hevkarên wê re bikevin nava hevkariyeke cidî û berhemdar.”

Li gor girêbestê, Total dê bi bihayê 10 milyar dolaran veberhênanê di sektora gazê ya Iraqê de bike, daku rê li şewitîna gazê di kêlgehên başûrê Iraqê de bigire û wê gazê di berhemanîna elektrîkê û pîşesaziyên din de bikar bîne.

Iraq di şewitandina gaza bîrên petrolê de piştî li seranserê cîhanê piştî Rûsyayê bi pileya duyem tê. Iraq sûdê ji wê gaza ku ji wan bîran derdikeve wernagire û wê gazê bikar nahîne û bi neçarî dişewitîne.

Alîkarê Serokê Komîteya Petrolê û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Nehro Rewandizî duh ji Rûdawê re gotibû, roja Duşemî 10ê Tîrmehê saet 10ê sibê bi amadebûna Serok û Cîgirê Serokê Komîteya Petrol û Gazê, girêbestên di navbera Wezareta Petrolê û kompanyaya Total a Fransî de tên îmzakirin.

Nehro Rewandizî herwiha diyar kiribû, ew girêbest demdirêj in û bi bihayê 27 milyar dolarî ne, berî niha danûstandin li ser hatiye kirin û rêkeftinên destpêkê hatine kirin.

Di Îlona 2021an de, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebbar rêkeftinek ligel kompanyaya Totalê îmze kiribû, wek destpêka girêbesteke demdirêj ligel wê kompanyayê ku ji çar girêbestên sereke pêk tê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst