Li Tirkiyê 12 milyon kes bi mûçeyê herî kêm kar dikin
Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê nêzîkî 12 milyon karker bi mûçeya herî kêm kar dikin ku ew ji sedî 40 ya hemû karmend û karkerên Tirkiyê ne. Li gorî amareke dawî ji aliyê sendiya Memur-Senê ve hatiye belavkirin, hêla birçîbûnê gihiştiye 2 hezar û 485 lîre û 8 qurîşan ew jî demekê de ye ku mûçeya herî kêm jî 2 hezar 324 lîre û 70 qurîş e.
Li gorî lêkolîna herî dawî Memur-Senê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo malbeteke 4 kesî hêla birçîbûnê bûye 2 hezar 485 lîre 8 qurîş û hêla hejariyê jî bûye 7 hezar û 82 lîre 7 qurîş e. Ew jî di demekê de ye ku mûçeya herî kêm 2 hezar 324 lîre û 70 qurîş e.
Karkerê bi navê Muammer Akdal jî yek ji wan 12 milyon kesan e ku bi mûçeya kêmîne kar dike û wî li gorî mûçeya xwe formûlek ji bo debara jiyana xwe û malbata xwe peyda kiriye.
Muammer Akdal dibêje, “Em her tiştî kêm û kêm dikirin, bo nimûne li cihê kîloyek goştî ez 250 graman dikirim, berê min kîloyek penîr û kîloyek jî zeytûn dikirîn; niha min ew kirine du beş; nîv kîlo zeytîn û nîv kîlo jî penîr dikirim û dibe yek kîlo.”
Li bazareke taxên Enqerê heftiya borî li wê bazarê bihayê kîloyeke bacana sor 2 lîre nîv bû, vê hefteyê bihayê bûye 5 lîre her disa li gorî lêkolîna Memursenê meha 6 ya îsal bi şêwyekî giştî bihayê xwarinê li Tirkiyê ji sedî 0.07 bilind bûye.
Firoşkarê bi navê Mistafa Karadag dibêje, “Xelk îdare nake, îdare zehmet bûye, hema xelk bi krêdî kartiyan û bi deynan debara xwe dike.”
Jina bi navê Ferîde Yildirim ku xanenişîn e diyar dike, “Bo xanenişînan û bo kesên kêmmûçe gellek zehmet e. heftiya borî ez hatime nav bazarê bacan bi 2 lîre û nîvan bû niha bûye 5 lîre, em nizanin çi bikin!”
Mijara aboriyê jiyana xelkî di rojeva oposizyonê de ye jî CHP careke din daxwaza kêmkiirna xercên dewletê û nêhelana gendelî û îsrafê dike.
Muharrem Erkek, Alîkarê Serokê Giştî CHPê dibêje, “Mûçeya kêm, kêmtir e ji hêla birçîbûnê, bi milyonan kes li jêr hêla hejariyê de dijîn. kêşeya Tirkiyêaborî ye, bêkarî ye, hejarî ye. Yên ku digotin em ê li dijî hejarî û gendeliyê tekoşînê bikin, hejarî û gendelî zêdetir kirine.”
Amarên dawî diyar dikin ku meha Hezîranê li gorî meha Gulanê bihayê fasulya ji sedî 25.9 Bihayê îsotan ji sedî 21.65 bihayê xazê ji sedî 1.04 Bihayê kirêyên xaniyan ji sedî 0.68 bihayê cilûberan ji sedî 2.11zêde bûye.