Îran: Mezintirîn navçeya aborî Bane tê vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganî yê Îranê ragihand ku mezintirîn navçeya taybet a aborî ya Îranê li xala sifir a sînorî ya Bane tê vekirin.
Cîgirê Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganî yê Îranê Sadiq Necefî li ser damezrandina navçeya herî mezin a bazirganî ya Îranê li Bane, got: "Bi damezrandina navçeya taybet a aborî, rêjeya kaçaxa kel û pelan kêm dibe û ji aliyekî din ve jî bi montajkirinê rê li hawirdekirina kel û pelan bo nav welat digirin."
Li gor wî berpirsî, li navçeya taybet a aborî ya Bane ku li ser rûberekî 100 hektarî tê vekirin, hejmarek kargehên veberhênanê tên çêkirin ku ji gumrik û bacê tên efûkirin.
Cîgirê Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganî yê Îranê herwiha da zanîn ku li navçeya bazirganî ya azad a Mako jî bajarekî pîşesazî tê vekirin û meha pêş dest bi kar dikin.
Li gor Necefî, karsaz û veberhênerên navxwe û biyanî, bi taybetî veberhênerên Tirkiyê li bajarê pîşesazî yê Makoyê çalak dibin.