Li Kirîmya piştî 8 salan yekem car birinc tê çandin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî vekirina kanala avê ya bakurê Kirîmya, îsal bo yekem car birinc li wê grave tê çandin.

Ji sala 1960an ve birinc li Kirîmyayê tê çandin, lê berî 8 salan hatibû rewastandin.

Rêveberê Kiştûkalî yê Kompanya Dneprovskiy Sergey Romanchenko dibêje: “Di sala yekem de plana me heye tov biçênin û bişînin bazara Rûsyayê. Dema me encamek dît, biryar didin gelo birincê zêdetir pêwîst e yan na.”

Di sala 2014an de û piştî Rûsyayê dest danî ser Nîvgrava Kirîmyayê, Ukraynayê ava kanala bakur girt, ku ji sedî 85ê pêdiviya ava grave dabîn dike.

Îsal dema hêzên Rûsyayê navçeya nêzîkê bajarê Kherson (Xêrson) kontrol kir, ava kanalê berdan. Sûda vê jî bo çandina birinc heye, ji ber gelek av ji birinc re divê. Îsal çavkaniya avê belaş bo kompanyayê tê dabînkirin.

Wezîra Kiştûkalî bi Wekaleta a Kirîmyayê Alime Zaredinova jî got: “Bêgûman bo Komara Kirîmyayê çandina birinc gelekî girîng e, ji ber roleke berçav a birinc di aboriya me de heye. Dahata çandina birinc gelekî zêdetir e ji ya dexl û zadên din, lewra îro helkefteke gelekî girîng bo wan rêxistinên kiştûkalî yên ku berî 2014an birinc diçandin.”

Ji sala 1960an ve birinc li Kirîmyayê tê çandin, di sala 2013an de li ser 13 hezar û 500 hektar zevî birinc hatibû çandin. Bo îsal jî şeş kompanya dixwazin li ser 632 hektar zevî birinc biçênin.”