Li Ormiyê par 570 hezar ton sêv û tirî berhem hatiye

10-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê par 420 hezar ton sêv û 150 hezar ton tirî berhem hatiye.

 

Rêveberê çandiniyê yê Ormiyê, Mîrvefa Mêşkat ragihand, li bajarê Ormiyê 21 hezar donim erd ji çandina sêvan hatiye terxankirin û da zanîn, par 420 hezar ton sêv li Ormiyê berhem hatiye.

 

Mîrvefa Mêşkat her wiha got, li Ormiyê 11 hezar donim jî ji tiryan re hatiye terxankirin ku par 150 hezar ton tirî lê berhem hatiye.

 

Wî berpirsê çandiniyê yê Ormiyê anî ziman ku ew niha mijûlî wê ne ku bi şêwazên modern sêv û tiryên Ormiyê perwerî bikin da ku berhemên wan zêdetir bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst