Banka Cîhanê dê 35 milyar dolaran bide Tirkiyeyê

10-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mehmet Şîmşek Tirkiye Banka Cîhanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek ragihand ku dê Banka Cîhanê dê 35 milyar dolaran bide Tirkiyeyê.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek îro derbarê lihevkirina Tirkiyeyê û Banka Cîhanê axivî.

Şîmşek got, “Bernameya Çarçoveya Hevkariya Welat a Banka Cîhanê ku dê di 3 salan de 18 milyar dolar fînansmana zêde bide welatê me, li Lijneya Rêveber a Bankê hat nîqaşkirin û pesendkirin.”

Herwiha Mehmet Şîmşek amaje bi wê yekê kir ku Banka Cîhanê ji bo 3 projeyên cuda 1,5 milyar dolar dabûn Tirkiyeyê û ew pere wê ji bo projeyên jîngeh û enejiyê were xerckirin.

Di berdewamiya axaftina xwe jî de Şîmşek da zanîn ku hevkariyeke teknîkî û aborî di navbera Banka Cîhanê û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin û ew rêkeftin wê di navbera salên 20024 -2028an berdewam bike.

Di 5 salan de 35 milyar dolar

Şîmşek wiha berdewam kir, "Di çarçoveya hevkariya me ya bihêz a bi Banka Cîhanê re, bernameyeke hevkariya aboriyê ya ji bo heyama 5 salan hate çêkirin.

Bernameya Çarçoveya Hevkariya Welat (CPF) ku Banka Cîhanê bi rêya wê, dê di destpêka 3 salên ewil de 18 milyar dolar fînansmana zêde bide welatê me.”

Şîmşek bi bîr xist ku Banka Cîhanê piştî eşkerekirina Bernameya Dema Navîn biryar da ku 18 milyar dolarên din li bernameya 17 milyar dolarî ya ku dewam dike zêde bike û çavkaniyên ku bi temamî dê ji Tirkiyeyê re werin şandin bigihin 35 milyar dolaran.

Herwiha Şîmşek diyar kir ku ew hevkarî di çarçoveya bernameya ku li gor pêşniyarên Plana Pêşketinê ya 12emîn a Tirkiyeyê hatiye amadekirin.

Şîmşek destnîşan kir ku ew pereyên ji bo Tirkiyeyê bên dayîn wê di warên wekî berxwedana li dijî karesatan, enerjî, jîngeh, têkoşîna li dijî guherîna keşûhewayê, piştgiriya hinartinê, binesazî, lojîstîk, pîşesazî, çandinî, perwerde, tenduristiyê were xerckirin.

Li ser birêvebirina projeyan jî Şîmşek got, "Bernameya dê ji hêla saziyên Banka Cîhanê, Banka Navneteweyî ya Jinûveavakirin û Pêşketinê (IBRD), Saziya Aboriyê ya Navneteweyî (IFC) û Ajansa Garantiya Veberhênana Piralî (MIGA) ve bi hevparî were meşandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst