Dîlok li Bakurê Kurdistanê yekem û Tirkiyê pêncem e

10-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarîka yekem a îsal de hinardeya 64 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde bûye, hinardeya 17 parêzgehan jî kêm bûye asta herî kêm a hinardeyê li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê hatiye tomarkirin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê îro Yekşemê 10ê Nîsana 2022ê li gor amarên Encûmena Hinardekarên Tirkiyê belav kiriye ku hinardeya Tirkiyê di sê mehên yekem ên îsal Çile-Sibat-Adar) de bi rêjeya %20.8 zêde bûye û di wê demê de bi bihayê 60 milyar û 280 milyon dolar kel û pel hatine hinardekirin.

Stenbola Tirkiyê di çarîka yekem a îsal de bi bihayê 24.05 milyar dolaran herî zêde kel û pel an mal hinarde kiriye û asta hinardeya wê parêzgehê bi rêjeya %24 zêde bûye. Kocaelî bi hinardekirina bi bihayê 4.76 milyar dolar di rêza duyem de ye, Bursa bi bihayê 3.87 milyar dolar sêyem û Izmîr bi bihayê 3.37 milyar dolar di rêza çarem de ye.

Parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di çarîka yekem a îsal de bi bihayê 2.65 milyar dolar kel û pel hinarde kirine û pêncemîn bajar e ku li ser asta Tirkiyê herî zêde kel û pel hinarde kirine. Enqereya paytexta Tirkiyê piştî Dîlokê tê û di wê demê de bi bihayê 2.54 milyar dolaran tişt hinarde kirine.

Zêdebûna herî zêde di rêjeya hinardeyê de li ser asta Tirkiyê li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê bi rêjeya %231.7 hatiye tomarkirin. Piştî Qersê parêzgeha Çewlîg bi rêjeya %175.2 di rêza duyem de ye û parêzgeha Bedlîsê bi zêdebûna rêjeya %142.1 sêyem e. Hinardeya Qersê ku di çarîka yekem a sala 2021ê de 152.1 hezar dolar bû, îsal bo 504.5 hezar dolar bilind bûye.

Kêmtirîn hinarde li ser asta Tirkiyê li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê hatiye tomarkirin. Hinardeya Semsûrê di çarîka yekem a îsal de li gor heman dema sala borî bi rêjeya %60.2 kêm bûye û bi bihayê 16 milyon û 861 hezar dolar kel û pel hinarde kirine. Piştî Semsûrê hinardeya Mûşê bi rêjeya %57.6, Wan bi rêjeya %51.5, Erzerom %44.4 û Êlih bi rêjeya %35.6 asta hinardeya wan kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst