Li Rojavayê Kurdistanê petrola xav dikelînin

Rimêlan (Rûdaw) - Pîşesaziya petrolê li navçeya Rimêlanê li bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ber bi rawestana bi tevayî diçe. Çend rafîner hatin dirustkirin, lê berhemên wan rafîneran bi zehmetî daxwaza hundirû tijî dikin, lewma niha niştecihên vê navçeyê berê xwe dane alternatîveke din.

Melkê Henna Xiristiyanekî sûrî ye, berpirsê deranîna petrolê ye li navçeya Rimêlan a dewlemend bi petrolê. Niha ew zeviyên petrolê di bin kontrola hikûmeta otonom ya kurdî de ne, bi navê hikûmeta Kantona Cizîrê, ku ji aliyê PYDya ser bi PKKê ve hatiye damezirandin.

Tevî ku Henna û hemû karmendên din li gor biryar û raspardeyên berpirsên Kantona Cizîrê tevdigerin, lê hêj mûçeyên xwe ji Şamê werdigirin. Henna dibêje: “Pêwîstiya me bi kesên şareza heye heta vê derê birêvebibin.”

Berê, berî ku boriyên petrolê bi sedema şer û pevçûnê têk herin, petrola Rimêlan bo rafînerên Hims û Banyasê dihate şandin. Lê niha enbarên petrolê li Cizîrê demeke dûr û dirêj tijî mane. Henna herwiha ji Rûdawê re got: “Yek ji kêşeyan ewe ku dema alavên me dişikin, em nikarin wan çak bikin. Ev jî ji ber ku em nikarin ti parçeyekî yedeg peyda bikin.”

Ji tevaya 1350 bîrên petrolê ku li navçeya Rimêlanê hene, niha tenê 30 ji wan bîran kar dikin û petrol jê tê derxistin. Beriya şer karîna berhemanîna rojane ji van bîrên petrolê 180 hezar bermîl petrol bû, lê heta niha êdî asta berhemanînê heta 10 hezar bermîl di rojekê de daketiye.

Petrolê bi kelandinê rafîner dikin

Li navçeya Rimêlanê û li gundên erebnişîn yên weke gundê Girhok û Elî Axa, petrol bi rêyeke din tê rafînerkirin. Li wê derê karker bermîla petrolê datînin ser agir û petrola xav germ dikin, heta tûyekî gaz û benzînê bi ser dikeve û piştre dikin deboyê yan şûşeyên plastîkî.

Bandoreke xirab a vî awayê berhemanîna petrolê li ser jîngeh û tendirustiya karkeran heye. Karker bi dirêjiya rojê keldûman û hilma petrolê dikişînin. Ji bilî paçekî ku li dora devê xwe datînin, ti awayekî din ê xweparastinê bikarnayînin. Ev ji bilî ku her demjimêrê metirsiya wê yekê heye ku bermîl biteqin.