Li Stenbolê krîza aborî bandoreke zêde li malbatên Kurd kiriye

10-03-2022
RÛDAW
Li Tirkiyê, rêjeya enflasyonê %50 derbas kiriye
Li Tirkiyê, rêjeya enflasyonê %50 derbas kiriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Niştecihê Taxa Gazî ya li bajarê Stenbolê piraniya wan Kurd in û kêm dahat in.

Malbateke Kurd a Alayavmat jî nişteciyê Taxa Gazî ye. Ew malbat şevan di odeyekê de dikin sibeh. Ew neçar in di odeyekê de bi hev re raz in, ji ber tenê dikarin wê odeyê germ bikin.

Li Tirkiyê, rêjeya enflasyonê %50 derbas kiriye. Di nav demê de xwarina wan biçûktir û corên xwarinê jî kêmtir dibe. Bi zehmetî xwe dighînin serê mehê û neçar in zikê xwe biguvêşin.

Karker Sumeyye Alayavmat dibêje: “Ez di sektora cilûbergan de bi mûçeyê herî kêm dixebitim. Ji ber mûçeyê herî kêm e û tê re xerciyên me nake, debara jiyanê zehmet e. Piştî wê kirêya xanî û fatûreyan didin. Nikarim li marketê tiştekî bikirim û pêdiviyên xwe yên civakî peyda bikim. Ez tenê ji bo kirê û fatûreyan dixebitim.”

Rêvebera Saziya Plandanînê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dibêje, krîza aborî bandoreke zêde li jiyana mirovan kiriye.

Rêvebera Saziya Plandanînê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Zelal Yalçin got: “Di hevdîtinên me yên bi malbatan re, ji sedî 88ê wan gotin ku krîza aborî bandoreke zêde li wan kiriye. %62ê malbatan dibêjin, tenê pêwîstiyên wan ên serekî yên xorakên rojane hene.”

Li Tirkiyê mûçeya herî kêm 4 hezar û 253 lîre ye, lê li gor lêkolîna ku di Sibata 2022ê de ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Sendîkayên Sektora Giştî ve hatiye kirin, di Çileya 2022ê de ji bo malbateke 4 kesî bo peydakirina debara jiyanê di asta herî kêm de 11 hezar û 898 lîre pere pêwîst in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst