Bermîla petrola brent bi 36,82 dolarî tê firotin

Hewlêr (Rûdaw) – Bermîla petrola brent li bazarên navneteweyî bi 36,82 dolarî tê firotin.

Bermîla petrola brent îro serê sibê ji saet 09.22yan pê ve li gor duh ji sedî 1,1 zêde bû û derket 36,82 dolarî.

Bermîla petrola brent duh di nava rojê de bo 37,41 dolarî zêde bû, lê dûv re dîsa di dawiya rojê de bo 33,32 dolarî daket.

Di heman demê de bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 33,28 dolarî hat firotin.

Bermîla herdu cure petrolê jî ji 12ê sibatê vir ve duh daket asta herî jêr. Ji Şerê Kendavê yê 1991ê heta niha rêjeya bihayê petrolê cara ewil ewqasî zêde daket.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ew dê ji bo pereyê saeta xebatê û baca mehaneya kesên di bandora vîrûsa koronayê de bimînin pêşniyazekê bidin Kongreyê. Trump roja înê jî ji bo têkoşîna dijî vîrûsa koronayê paketa tevdîran a 8,3 milyar dolarî digre pesend kiribû.

Pispor balê dikişînin ser girîngiya gavên aboriyên mezin ên di tesîra vîrusa koronayê de mane biavêjin, handanên aboriyê dê daxwaz ji bo petrolê zêde bikin.

Ev daketina nirxê petrolê, piştî wê tê, roja Îniya derbasbûyî li Viyanayê, Rûsya razî nebû pêşniyaza Siûdiyê û endamên din ên OPECê pesend bike ku berhemhênerên petrolê li gel hev rojane milyonek û 500 hezar bermîl li bazarê kêmtir bikin ji bo rêgirtina li daketina nirxê petrolê.

Serîhildana vîrusa Koronayê û belavbûna wê bi awayekî bilez jî, karîgeriyeke xerap li ser çalakiyên aboriyê pêk aniye û daxwaza bo sotemeniyê kêm bûye û ev jî bûye sedema kêmbûna daxwaza bo petrola xav ku di encamê de nirxê wê gelek daketiye.