Ji ber Koronayê bazirganiya li deriyê Îbrahîm Xelîl ji sedî 50 kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îbrahîm Xelîl tedbîrên tund li dijî Koronayê hatine girtin. Ajokar jî ji rawestana bi rojan nîgeran in.

Piştî Tirkiyê, sînorên xwe yên ligel Îranê û Iraqê girtin, di deriyê sînorî yê Îbirahîm Xelîl de, li jêr tedbîrên tund tevgera bazirganî di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de berdewam e.

Li gor amarên wî deriyê sînorî, tevguhertina bazirganî %50 kêm bûye û hatin û çûna geştiyaran jî bi temamî rawestyaye.

Li deriyê Îbrahîm Xelîl pişknîn bo şofêran û kamiyonên wan tê kirin.

Li gor mekanîzma tevgera bazirganî li sînorê Îbrahîm Xelîl, barhilgirên Tirkiyê li ser pira Îbrahîm Xelîl radiwestin û şofêrên Herêma Kurdistanê barê wan werdigirin, lê bi vê mekanîzmê, şofêrên Tirkiyê heta du heftiyan di nobê de dimînin.