Bazara Seqiz – Ji şîrê çukan heta bi şîrê maran!

10-02-2018
RÛDAW
"Li bazara Seqiz hemû pêwîstî bi dest dikevin"
"Li bazara Seqiz hemû pêwîstî bi dest dikevin"
Nîşan Bazar Seqiz Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bazara Mezin a Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê, bazareke dîrokî ye û li navenda bajêr cih digire. Ji qedîm ve welatî ji bo peydakirina pêdiviyên xwe û kirîn û firotinê serdana wê dikin û tê de hemû kelûpelek bidest dike; ji şîrê çukan bigire heta bi jehra maran.

 

Li wê bazara qedîm hemû tiştek bidest dikeve. Li gor axaftina xelkê; “Çi bixwazî, her ji şîrê çûkan heta bi şîrê maran, bi destê vala mirov ji bazarê venagere.” Kiryar dibêjin ku li gor bazarên din li wê bazara folklorîk nirxên kelûpelan erzantir in.

 

Di rewşa normal de, daxwaza kiryaran erzanbûna nirxên kelûpelan e. Li di rewşa niha de ne kiryar razî ne û ne jî firoşyar. Kiryar dibêjin herîçiqas nirx lê wê bazarê erzantirin, lê dîsan ji ber dahata kêm a xelkê, kirîn û firotin kêm e.

 

Rewşa bazarê ne bi dilê dikandaran e jî. Dibêjin bazar sist û xelk zêde tiştan nakirin. Fêdeya wan jî di wê yekê de ye ku bazar germ be û kiryar ji bo kirîna kelûpelan bikevin rêzê.

 

Dîroka avakirina Bazara Mezin a Seqiz ne diyar e. Li gor ku xelk behs dikin, avakirina wê vedigere 100 sal berî niha. Di nav demê de gelek guhertin bi ser de hatine. Li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî bazarên wiha hene û heta niha jî rojane germtirîn bazar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst