ISIG: Di 2021 de herî kêm 2170 karkeran canê xwe ji dest dane

10-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG) ragihand ku di 2021ê de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 2 hezar û 170 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest dane.

Encûmena Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karekeran (ISIG) raporta xwe ya derbarê sala 2021ê de belav kir. Di raportê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku agahî ji sedî 65 ji çapemeniya netewî û ji sedî 35 jî ji malbat, hevalên kar, pisporên ewlekariya kar, berpirsên kargehan, sendîkayan û çapemeniya xwecihî hatine wergirtin.

Li gor amarên raportê di sala 2021ê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm  2 hezar û 170 karkeran û  herî zêde jî di meha Nîsanê  karkeran di dema kar de canê xwe ji dest dane.

Li gor meha hejmara karkerên ku di dema kar de canê xwe ji dest dane wiha ye:

Di meha Çile de herî kêm 205

Di meha Sibatê de herî kêm 142

Di meha Adarê de herî kêm 144

Di meha Nîsanê de herî kêm 258

Di meha Gulanê de  herî kêm 240

Di meha Hezîranê de  harî kêm 180

Di meha Temûzê de herî kêm 155

Di meha Tebaxê de herî kêm 178

Di meha Ilonê de herî kêm 189

Di meha Cotmehê de herî kêm 167

Di meha Mijdarê de herî kêm 177

Di meha Kanûnê de herî kêm 135 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest dane.

Li gor raportê ji 2 hezar û 170 karkerên canê xwe ji dest dane ji sedî 86ê wan bo kesekî din (Karker û fermanbar) û  ji sedî 14 jî di karê xwe de (Cotkar û dikandar) kar dikirin.

Di raportê de tê gotin ku mirinên di dema kar de herî zêde di sektorên înşaat, bazirganî û çandiniyê de çêbûne û bandora pandemiyê jî li ser wendahiyan hebûye.

Di Cotmeha 2021ê de Encûmena Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karekeran (ISIG) di rapora xwe ya derbarê mirina karekeran de ragihand bû ku di 19 salên destihilata AK Partiyê de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 28 hezar 380 karkeran di dema  kar de  canê xwe ji dest dane.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst