KARSAZEKÎ TIRK: Ker bi destê me nakeve!

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bûrsa yê Tirkiyeyê kesekî bi navê Ilhan Biçer baneya keran çêkiriye ku li wê derê her roj şîrê 35 keran didoşe û difiroşe.

 

Cotkarê tirk Ilhan Biçer, dotina şîr 2 sal berê bi 2 keran dest pê kiriye ku niha 35 kerên wî hene û wî şîrê xwe li 4 aliyên Tirkiyeyê belav dike û difiroşe. Bîçer behsa feydeyên şîrê keran kir û got, “Em vî şîrê xwe ji gelek bajarên Tirkiyeyê re dişînin. Kesên ku nexweşiyên wan ên wekî bêhntengî, bronşît, penceşer (kanser), sîroz, helana hestî hebe, ji me re dibêjin ‘em pê baş dibin’ û daxwaza vî şîrî zêdetir dibe.


 

“KÎLOYA WÎ 30 DOLARÎ DIFIROŞE”

 

Ilhan Biçer da zanîn ku şîrê kerê qûweta laşê mirov zêde dike û her kerek rojê 400 gram şîr dide ku ew şîr kîloya wî bi 30$ dolarî tê firotin.


 

“Ji SEDÎ 80ê MIŞTERIYAN PÊ KÊFXWEŞ IN”

 

Biçer li ser vexwarina şîrî jî got, “Divê şîrê kerê bi zikê birçî sibê û êvarê bê vexwarin. Ji sedî 80ê mişteriyên me bi vexwarina şîrê kerê kêfxweş in û ez bewer dikim ew 20ê mayî jî di wexta xwe de şîr venexwin ji ber wê sûdê jê wernagirin.”


 

“KER BI DESTÊ ME NAKEVE”

 

Ilhan Biçer xemginiya xwe li ser sazkirina baneya şîrê kerê anî ziman û têde got, “Li Bûrsayê ker bi destê me nakeve. Di her malê de traktorek heye ku êdî kes ji bo cotê keran bikar nayine. Çend roj berê min ji bajarê Mêrdînê 23 ker kirî.”