Pêwendiyên bazirganî di navebera Çînê û welatên Rojhilata Navîn de

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema 20 salên bihorî de Çîn bûye çavakaniyeke diyar a veberanîna derekî li Rojhilata Navîn û hevbeşiyeke mezin a aborî ligel beşek ji welatên Kendavê heye ku pişka herî zêde ya wan pêwendiyan li gel Siûdiye û Îmaratê ye.

Lê welatên din jî hene, weke Iraq, Sûriye ku hevbeşiyeke wan a aborî ligel Çînê heye û beşek in ji plana Rêya Hermûş a Çînê.

Di sala 2021an de bazirganiya di navbera Çînê û welatên Erebî 330 milyar dolar bûye.

Peywendiya di navbera Çîn û Iraqê de

Di sala 2021an de û di çarçoveya Projeya Kember, Rê û Projeya Enerjiyê de Çînê bi bihayê 10.5 milyar dolar veberanîn li Iraqê kiriye.

Hevdem piştî Siûdiye û Rûsyayê, Iraq sêyem mezintirîn hinardekara Petrolê ye bo Çînê, bi awayekî ku di sala 2021an de Iraqê 383.9 milyon bermîl petrol hinardeyî Çînê kiriye.

Li gor amarên fermî di sala 2021an de Çînê ji sedî 44ê petrola Iraqê hawirde kiriye.

Li gor rêkeftina sala 2019an “Petrol Li Beramber Bînasaziy”, Çîn projeya bînasaziyê li Iraqê li beramber hinardeya 100 hezar bermîlên petrolê di rojekê de bo welatê xwe cîbîcî dike.

Çîn beşdariyê di avedankirina Sûriyê de dike

Ji destpêka Çileya îsal ve Feng Biyaw Balyozê wê demê yê Çînê yaddaştnameye jihevtêgihiştinê ligel Encûmena Niştîmanî ya Sûriyê, derbarê beşdariya Sûriyê di “projeya kemberê” û rêya Çînê de îmze kir ku bi rêya nû ya Hermûşê ya Çînê jî tê naskirin. 

Herdû welatan peywendiyeke bihêz a aborî jî bi hevre hene.

Di sala 2021am de Çînê bi bihayê 482.35 milyon dolar kelûpel hinaredeyî Sûriyê kirine.

Asta bazirganiya Çînê ligel Îranê

Çîn û Îranê xwedî peywendiyeke bihêz a aborî ne. Bi awayekê ku tenê di sala 2021an de Çînê bi bihayê 8.28 milyar dolar kelûpel hinardeyî Îranê kirine.