Cotkarên Amedê êdî berê xwe didin çandina darên fisteqan

Amed (Rûdaw) - Piştî bajarê Dîlok û Rihayê bajarê Amedê jî namzet e ku ew di paşerojê de bibe bajarê fisteqan. Niha li gelek bajarokên Amedê cotkarên ku berê hilberandina genim, ceh, nîsk û nok dikirin,  li ser erdên xwe darên fistiqan datînin.


Li gor amarên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) hilberandina fistiqan herî zêde li bajarê Dîlokê te kirin; lê herî zêde fisteq bi darên Amedê ve şîn dibin; ango Amed ji bo hilberandina fistiqan ji hemû bajaran guncavtir e.


Cotkar Ehmed Ek li bajaroka Bismil a Amedê niha li ser  30 hezar metreçargoşe erdê xwe darên fisteqan çandiye.


Berê wî li ser erdê xwe genim,ceh,nîsk û nok dajot; lê wî dît ku kara wî  her diçe kêm dibe û ew li rêyeke alternatîf geriya,  800 darê kizwanê anî û taman kir, niha darên wî êdî darên fistiqan in.


Cotkar Ehmed Ek ji Rûdawê re wiha got: “Heta niha ku bajarê Sêrt û Dîlokê sebebiya vê karê kiribûn navê wan derketine; lê ez baş bi vê yekê bawerim ku erdê me jî hewaya me jî û ava me jî ji hilberandina fistiqan re êdî guncav e; emê vê bidine nîşanê herkesî."


Li ser erdê Bismilê ji %97 hilberînên hibûbatê têne çinandin; lê cotkar ev deh salên dawiyê ne  hêdî hêdî berê xwe didine çandina darên fêkiyan.


Li gundê Mexsê ya Bismilê jî berî niha  10 salan cotkarên Kurd li ser 35.000  metreçargoşe darên fistiqan çandibûn, di vê baxçeyê deh salî de îsal wan 3 ton fistiq hilberandin û ew fisteq bi 96 hezar lîreyan firotin.  


Ew dibêjin em dixwazin karê xwe yê hilberandina fistiqan bi şêwazên modern bikin; lê li Tirkiyê tenê navenda lêlolînên zanistî yê ji bo hilberandina fistiqan  li bajarê Dîlokê heye û ew herî zêde palpiştiya cotkarên Dîlokê dike.


Muxtarê Gundê Mexsê Munîr Ekîcî jî got: “ Xwedê  bike,  emê ala bajarê fisteqan ji Dîlokê bistînin; em û hemû gundê me 10 sal berê me fistiq danî û me bereketa wê dît, bawer im ku wê Amedê di hilberandina fistiqan de bibe bajarê sereke û ev riya debarê ye." 

 

Li gor rapora Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÜİK) di 2016 an de Fistiq herî zêde li bajarê Dîlokê hatiye hilberandin; di  kapasiteya hilberandina fistiqê de bajarê Amedê di rêza 5 an de ye; lê ji hilberandina serê darê bajarê Amedê di rêza yekemîn de ye; û ev tê wateya ku erda Amedê ji her çar bajarên  hervberê xwe ji bo hilberandina fistiqan guncavtir e.


Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Amedê Ahmet Sayar  dibêje ku encama rapora TUÎKê nexşerêyekî li ber me raxistiye da ku em bajarê Amedê bikin bajarê fisteqan.


 Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Ahmet Sayar jî: " Divê em erdên ku,  xêr û bêra wê ji genim û nîsk re kêm e tesbît bikin. Saziyên me yên fermî amade ne ku piştgiriya cotkarên ku dixwazin fistiqan danin,  bikin. Rapora TUÎKê di vê warê de girîng e û divê em bi projeyên berfirehkirina cotkariya fistiqan  demildest bisepînin, ev hem ji bo aboriya bajarê me, hem jî ji bo ekolojiya me girîng e."

 

Li gor rapora TUÎKê  li tevahiya Tirkiye û Bakur 42 milyon darên fisteqan hene û ji van salewext 170 hezar ton fisteq têne hilberandin, li gor heman raporê li bajarê Dîlokê di 2016 an de ji 21 milyon darê  salewext: 75. 298 kîlo fisteq hatiye bidestxistin; heman rapor bal dikşîne ser vê yekê ku li Amedê ji 154 hezar darê fisteqê 2.224 ton fisteq hatiye hilberandin.