Kurdistan salê 110 hezar ton mirîşk dixwe!

09-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê her sal herî kêm 110 hezar ton mirîşk tê xwarin lê tenê %70 ji vê pişkê li nav Kurdistanê de tê dabînkirin. Encumena Bilind a Xwedîkirina Teyr û Mirîşan jî Wezareta Çandiniyê di wî warî de xetabar dibîne.

Serokê Encumena Bilind a Xwedîkirina Teyr û Mirîşkan a Herêma Kurdistanê, Heyder Ferhan ji Rûdawê re got, xwedîkirina teyr û mirîşkan li Kurdistanê wek ku tê xwestin, nîne çimkî Wezareta Çandiniyê plan û stratejiyeke zelal ji bo paşxistina vê sektorê daneniye.

Heyder Ferhan anî ziman ku eger mirov bixwaze vê sektorê pêş bixe divê hinekî destê mirov vekirî be û wiha axivî:

“Biryar bû ew kereste û tiştên ku ji bo perwerîkirina mirîşkan lazim in, bi nîvê nirxa wan bidana me lê bi hêceta ku bûdce hatiye kêmkirin, tenê %25 ji bo me hat hesibandin.”

Li gorî Serokê Encumena Xwedîkirina Teyr û Mirîşkan, astengiya herî mezin li pêşiya geşekirina sektora xwedîkirina mirîşkan, belavbûna nexweşiyê di nav wan de ye.

Heyder Ferhan, di vî warî de jî Wezareta Çandiniyê xetabar dibîne û wiha dibêje: “Wezaretê heta niha nekariye di dema xwe de bi hewara xwediyên projeyan bikeve û pêşiya mirina mirîşk û teyrên wan bigire. Ji ber wê jî rêjeya mirina mirîşk û teyran li Kurdistanê ji her derî cîhanê zêdetir e.”

Lê Ferhan tîne ziman ku eger alîkariya wan bê kirin ew dikarin di nav 2 salan de têra Kurdistanê mirîşkan xwedî bikin heta bişînin parêzgehên Iraqê jî.

Heyde Ferhan destnîşan dike ku hêdî hêdî ji ber anîna berhemên biyanî xelk li hember berhemên Kurdistanê bêbawer dibe û wiha dibêje: “Welatên derdorê bi taybet Tirkiye bi awayekî sîstematîk li ser bazara Kurdistanê dixebite. Tirk li Dihokê serkeftî bûne çimkî xelkê Dihokê ji mirîşkên kurdî zêdetir yên tirkî dixwin.”

Rêveberê Sektora Ajel li Wezareta Çandiniyê Remezan Mihemed berovajî Heyder Ferhan difikir û dibêje, her çiqas kêmasî hebin jî lê di heyama 5 salên borî de sektora xwedîkirina mirîşk û teyran pir pêşketiye û wiha da zanîn:

“Çimkî hejmara projeyan ji 840î bûye 1156 proje, her wiha 5 sal berê 26 hezar ton mirîşk dihat hasilkirin niha bûye 69 hezar ton ku ev jî bi qasî %70ê pêwîstiya Kurdistanê dabîn dike.”

Li ser gazindeyên xwedan projeyan jî Remezan Mihemed got, xwedan proje wek ku tê xwestin girêdayî şîret û qanûnên me nînin ev jî dibe sedema wê ku nexweşî di nav teyr û mirîşkên wan de belav bibe.

Wî rayedarê Wezareta Çandiniyê anî ziman ku planeke wan a nû ji bo sektora xwedîkirina mirîşkan heye û got, plana me ev e ku dema nirxa mirîşkan daket emê mirîşkan ji xwedanên wan bikirrin paşê li şûna mirîşkên ku ji derve tên, bixin bazarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst