Borsa Amerîka bi nêzîkbûna Amerîkî-Çînî bilind bûye

09-11-2019
Nîşan Amerîka Borsa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bilindbûn û nizmbûna bihayê pişkan li bazarên Amerîkayê girêdayî pêşhateyên taybet bi şerê bazirganî di navbera Çîn û Amerîkayê de ye. Tevî vê yekê jî Trump bê minet dibêje ew bi rewşa niha razî ye û pêwistiya çîniyan ji ya amerîkiyan bêtir bi rêkeftina bazirganî heye.

Van rojan bilindbûn û nizmbûna bihayê pişkan li bazarên Amerîkayê girêdayî pêşhateyên taybet bi şerê bazirganî di navbera Çîn û Amerîkayê de ye. Li gor daxuyaniyên şêwirmendên Serokê Amerîkayê Donald Trump, herdu welatan beşekî sereke ji pirsgirêkên xwe yên bazirganî çareser kirine.

Serokê Amerîka Donald Trump dibêje: "Wan bihayê diravê xwe daxistiye da ku bandora pênasên gumrikî kêm bikin. Em bi milyarên dolaran pereyan wek pênasa gumrikî ji çîniyan werdigirin. Ez ji vê rewşa niha razî me. Her çiqasî çînî ji me bêtir dixwazin bigihin rêkeftinê."

Di kêliyên dawî yên miameleyên nav bazara borseya New Yorkê de, bihayê pişkan ji bo du rojan li pey hev bilind bûn.

Çend roj in weberhêner bi geşbînî li bazarên borseyê dinerin û sedema sereke jî egera rêkeftina navbera Amerîka û Çînê ye li ser pirsgirêkên bazirganî yên di navbera wan de.

Serokê Amerîkayê dibêje eger gihiştin rêkeftinê, dê li Amerîkayê rêkeftinê bi Çînê re îmze bikin.

Derbarê vê yekê de Trump got: “Me cihekî cuda li ber çav girtiye ji bo ku eger hat û me bi Çînê re li hev kir, em rêkeftinê lê îmez bikin. Pêkan e li Lowa yan wîlayeteke din a çandiniyê be. Her çiqasî me heta niha bi taybetî ranegihandiye, lê bêguman dê îmzekirina girêbestê li Amerîkayê be."

Ev du sal in ku Amerîka û Çîn, yekem û duyem hêzên mezin ên aboriya cîhanê, mijûlî şerekî bazirganî yê mezin in. Piştî çend gerên danûstandinê li Washington û Pekînê, dawiya dawî beşek ji pirsgirêkên bazirganî yên navbera herdu welatan hatin çareserkirin ku wek qonaxa yekem a rêkeftina Çîn û Amerîkayê hat binavkirin. Biryar e jî meha bê peymana navbera Çîn û Amerîkayê bê îmzekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst