Çînê giliyê Tirkiyeyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dewleta Çînê bi sedema ku ji sedî 40 bac daniye ser otomobîlên bi elektrîkê, li Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanî giliyê Tirkiyeyê kir.

Tirkiye ji hawirdekirina otomobîlên karebayî ên Çînê ji sedî 40 bacê werdigire û Çîn dibêje ev kiryara Tirkiyeyê li dijî rêkarên Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê ye.

Çînê ragihand, “Tedbîra cudakar a ku Tirkiyeyê wergirtiye, li dijî rêkarên Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanî ye.

Em bangî Tirkiyeyê dikin ku rêkarên Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanî bi cih bîne û demildest van tedbîran rast bike.”

Çînê ji bo çareserkirina pirsgirêkê serî li Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanî da û ev dê ji bo çareserkirina pirsgirêkê bibe qonaxa yekem.

Tirkiyeyê heta niha derbarê mijarê ti daxuyanî nedaye.

Enqereyê meha Hezîrana 2024an ragihandibû ku dê ji otomobîlên karebayî yên ku ji Çînê têne hawirdekirin ji sedî 40 baca gumrikê wergire.

Tirkiyeyê her wiha meha borî, ji bo hawirdekirina hemû otomobîlên hibrit tedbîrên sînordarkirinê wergirtibûn.

Ji aliyê din ve, Yekitiya Ewropayê jî amadehiyan dike ku bacên giran li ser otomobîlên elektrîkî yên Çînê bisepîne.

Çîn di ware hilberîna otomobîlên elektrîk û bataryayên wan de li cîhanê welatê yekem e.

Niha li seranserê cîhanê nîvê otomobîlên elektrîkî yên ku tên firotin ên Çînê ne.