Li Tirkiyê deynê kartên krediyê gehişte 28 milyar dolarî

09-10-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Kartên Krediyê Deyndarê Bankeyan Sezgîn Tanrikulu Lutfi Elvan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 7 mehên destpêkê yên îsal de hejmara kesên deynê wan ê kartên krediyê ketiye bin çavdêriya bankeyan, gehiştiye milyonek û 287 hezar û 898 kesan. Herwiha deynê welatiyan ê kartên krediyê jî bûye 205,5 milyar lîreyên Tirkî (derdora 28 milyar dolar).

Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgin Tanrikulu darbarê deynê bankeyan ê welatiyan de ji bo bersiv bide pêşniyar-pirsek pêşkêşî Wezîrê Darayî û Xezînê yê Tirkiyê Lutfi Elvan kir.

Elvan di bersiva xwe de amaje bi wê yekê da ku li Tirkiyê di 7 mehên destpêkê yên îsal de deynê welatiyan ê kartên krediyê gehiştiye 205,5 milyar lîreyên Tirkî (derdora 28 milyar dolar).

Wezîrê Darayî û Xezînê yê Tirkiyê derbarê hejmara kesên ku nikarîne deynê xwe yê kartên krediyê bidin û ji ber vê yekê ketine jêr çavdêriya bankeyan de jî got: "Di sala 2020an de hejmara kesên deynê wan ketibû jêr çavdêriya bankeyan milyonek û 272 hezar û 62 kes bû. Ev hejmar di 7 mehên destpêkê yên îsal de 15 hezar û 836 kes zêde bûye û gehiştiye milyonek û 287 hezar û 898 kesan.”

Li gor Elvan; “Deynê kartên krediyê ku ji aliyê bankeyan ve ketiye bin çavdêriyê di 7 mehên destpêkê yên îsal de 178 milyon û  531 hezar lîre (nêzîka 20 milyon dolar) zêde bûye û gehiştiye 7 milyar û 277 milyon û 75 hezar lîreyan (nêzîka 780 milyon dolar). Li gor Wezîrê Darayî û Xezînê yê Tirkiyê, herî zêde li bajarên Stenbol, Enqere û Îzmîrê yên Tirkiyê deynên kartên krediyê yên welatiyan ketine jêr çavdêriya bankeyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst